Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Serdeştê di rewşeke ewlehî deye

21:23 - 4 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistan Media: Kuştina kulberekî Kurd li bajarê Serdeştê, ku di encama teqeya rasterast a hêzên rejîmê canê xwe jidrst da, nerazîbûna xelkê wî bajarî bi dû xwe re anî.

Li gorî rapora gihştî bi malpera Kurdistan Media yê, roja Înê û piştî kuştina hemwelatiyekî Kurd ya Xelkê bajarê Serdeştê, ku di encama teqeya rasterast a hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî ve canê xwe jidest da, bajar rewşek ewleh bi xwe ve girt.

Di bûyera teqeyê de ku li hola “Serçav” ya bajarê Serdeştê qewimî, kasbkarekî Kurd bi navê “Omer Ehmedzade”, xelkê gûndê “Berdan” a ser bi Serdeştê jiyana xwe jidest da.

Çavkaniyeke haydar a bajarê Serdeştê ji malpera Kurdistan Media re eşkere kir ku: Di şeva piştî bûyera can jidesdana Omer de, hemwelatiyên bajarê Serdeştê weke nerazîbûn û nîşandana kerb û kina xwe li hember cinayeta han, ber bi nexweşxaneya bajar birê ketin û, eva jî bûye sedem ku di navbera wan û hêzên ewlehî ên ser Komara Îslamî de, şer û pevçûn derkevin hole.

12210.jpg
Omer Ehmed zade 29 saliye
Di encama pevçûn û girjiyên di navbera xelkê bajarê Serdeştê û hêzên rejîmê de, “Servan Tcedîn Elîpûr” ku berpirsê yek ji binkeyên ewlehî ên rejîmê li Serdeştê bû, cane xwe jidest da.

Li gorî gotinên şahîdhalan, niha ku bajarê Serdeştê di rewşeke ewlehî deye, li şeqam û Kolanên bajêr, hêzên dije Şoreş hatine bicih kirin û herweha 8 Tirûmobilên zirêhî jî bona kontrolkirina rewşê, ji bajarê Miyanduwawê ve ber bi bajarê serdeştê anîne.

Herweha aporên gihiştî bi malpera Kurdistan Media yê, bas ji binçavkirina çend kes ji ciwanên bajarê Serdeştê dike.

Eva di demekê de ye ku çalakvanên sivîl ên bajarê Serdeştê, mijûlî komkirina vajûyanin û herweha di nameyekê de jî daxwaza dawîanîn bi kiryarên neyasayî yên hêzên Komara Îslamî û teqekirin û kuştina kasibkar û kolber û hevwelatiyên sivîl, di bajar û gûndan de dikin.