Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersiva Partiya Sosyalîst a Firnasa bo peyama pîrozbahiyê a birêz Mistefa Hicrî

21:11 - 23 Gulan 2012

Kurdistnamedia: PArtiya Sosyalîst a Firansa bersiva peyama pîrozbahiyê a birêz Mistefa Hicrî da.

Birêz Mistefa Hicrî,
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê!



Birêz Sekreter!


Peyama pîrozbahiya we bi boneya hilbijartina Birêz “François Hollande” bo Serokkomariyê gihîşt navbirî, em bi navê birêz “Hollande” û bi navê Partiya Sosyalîst sipasiya we dikin ji bo şandina peyama pîrozbahiyê.

Em piştrast in ku hilbijartina birêz “François Hollande” dibe seba serbilindiya Firansa di qada buhayên giştgîr ên weke dadperwerî û demokrasiyê. Hilbijartina han herweha dibe seba nûjenkirina pêwendiyên Firansa û Ewropayê tev Rojhilata Navîn de. Em piştrast in her weke ku di axaftina birêz “François Hollande” a piştî wergirtina fermî a posta Serokkomariyê de hat ragihandin: “Firansa rêz ji gişt netewan digre û di hemû cihan de bi erkê xwe ku berevanî ji azadiya gelan e, kerameta zulmdîtiyan û kerameta jinan, wefadar dimîne.”

Em ji partiya we re hêviya serkevtin û pêşkevtinê dixwazin û di vê riyê de em heval û piştîvanê we ne. Bi hêviya hevdîtinê di yek ji civînên Enternasyonala Sosyalîs yan her derfetek din!


Tevî rêz û hurmet:
“jean- christophe cambadelis” ,

Sekreterê Netewî yê Pêwendiyên bi Ewropê re û Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî yê Partiya Sosyalîs a Firansa
21’ Gulana 2012’an – Parîs