Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hinceta komkojiya girtiyên siyasî ên sala 1988’an, rêûresmek bi rêve çû

14:47 - 8 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Çar partî û aliyên siyasî, bi boneya komkojiya zîndaniyên siyasî ên sala 1988’an (1367’an a Rojê) ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, rêûresmek hat lidar xistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 28’ê Îlona 2014’an, li bajarê Torênto a welatê Kanada, 4 partî û aliyên siyasî koryadek bi hinceta komkojiya girtiyên siyasî ên sala 1988’an ku ji aliyê rejîma celat a Îslamiya Îranê ve hatibû kirin, hat lidarxistin.

rêûresma han ku ji aliyê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojhelata Kanada, komîteya Komeleya Şoreşgirên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê li bakûrê Amrîka, komîteya Partiya Tûde – Yekeya Torênto, rêxistina Fîdayên Xelqê Îranê li Kanada hatibû lidar xistin, bi beşdariya du lêkolerê Siyasî “Eşkebûd Talibî û Riza Fanî Yezdî” bi rêve çû.

rêûresm bi ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanû bi xasmanî girtiyên siyasî ên sala 1988, dest pê kir.

Peyama hevpar a çar partî û aliyên siyasî ji aliyê Fayîq Mehmûdî ve hat xwendin.

Di pişkek din a vê koryadê de ku di du teweran de “Eşkebûd Talibî û Riza Fanî Yezdî” bandorên nigatîv wê komkojiya bi komel û sîsteatîk bûn ji aliyê rejîma Îranê ve hat gengeşekirin.

Di nav vê rêûresmê deçendîn helbest û pexşan ji aliyê çend hunermendan ve hatin pêşkeşkirin.

Herwiha şendîn stranên şoreşgerî û destanrêsî hatin pêşkeşkirin.