Kurdistan Media: Komîteya Şîlend ya PDKÎ semînarek teşkîlatî ji bo endamên wê Partiyê li welatê Danmarkê lidarxisit
Li gor rapora Malpera Kurdistan Media, roja Şemiyê 9`ê Gulana 2015`an, komîteya Şîlend a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya Şaho Husênî, endamê Komîteya Nawendî yê PDKÎ û hejmarek ji endamên wê partiyê semînarek giştî lidar xist.
Semînar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqeyk bêdengî bo rêzgiritin ji ruha pak ya hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.
Paşan Şaho Husînî axaftinek li ser rewşa rojhilata Navîn, pirsa kurd û xebata niha ya PDKÎ pêşkeş kir. Husênî di gotinên xwe de tevî şirovekirina wê rewşa nû, tekez li ser domandina kar û xebatên gişt hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi taybet PDKÎ û îşare bi rola siyasî û teşkîlatî a PDKÎ li navxwe derweyî Îranê kir.
Di wê semînarê de beşdaran komek pirs ji Husênî kirin û ji aliyê navbirî ve hatin bersivandin.
Beşa duyem ya wê semînarê li ser hêzên siyasî yên kurdistanê birêve çû.
Di wê beşa civînê de, Şaho Husênî rewşa niha ya kurdan û bi taybet rewşa niha ya Îranê û astengên li ser rêya xebata kurd li Kurdistana Rojhilatê nirxand.
Navhatî di wê pêwendiyê de îşare bi hêzên dijberî rejîma Îslamî ya Îranê û bi taybet hêzên seranserî ên ser bi neteweya Fars got: “take xala hevbeş a hemû ew hêzên çep û rast û “seltenet teleb” ev e ku bi tu awayekî amade ninin ku îtiraf bi mafê kurdan bikin û weke rejîma Îranê tu mafekê jib o neteweyênn Îranê bi rewa û berheq nizanin.
Di dawiya wê simînarê de beşdar û nûnerên hêzên siyasî pirsên xwe li ser xebata PDKÎ û siyaseta rejîma Îslamî ya Îranê,arasteyî Şaho Husênî kirin û navhatî jî bi hûrî ew bersivandin.