Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûyîna rê û resma 2’ê Rêbendanê li Girava Bornholmî ya Danmarkê bi rê ve çû

20:10 - 23 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmeda: Komek ji penaberên kurdistana Rohilat li Girava Bornhomlî ya Danmarkê rê û resma 2’ê Rêbendanê bi rê ve birin.

Komek ji penaberxwazên Girava Bornholmî ya welatê Danmarkê ku asteke berçav endam û alîgirên PDKÎ û malbatên şehîdên serbilind yên Partiya me bûn, di çend şêwazên cuda cuda de rê û resma 2’ê Rêbendanê salroja damezrandina Komara Kurdistanê bi rê ve birin.

Rê û resm bi xwendina sirûda Neteweyî a Ey Reqîb û çend deqe bêdengî bona rêzgirtin ji xwîna pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Bihar Husêyînî endama PDKÎ û rêvebera rê û resmê gotarek bi navê bo çi Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de pirşengdar e, pêşkêş kir.

Di beşek din a vê rê û resmê de Îbrahîm Vitmanî helbestek bi vê boneyê ve pêşkêş kir. Piştre Nêçîrvan Se’îd Kurdê Başûrê Kurdistanê gotarek bi boneya 2’ê Rêbendanê pêşkêşî kesên amade kir.

Piştre ji aliyê Amanc Rehmetî ve kurte gotarek li ser dîrka Komara Kurdistanê hate pêşkêşkirin.

Di beşek din a vê rê û resmê de, Bihar husêynî a helbestvan, helbestek bi navê Rêbendan heyva jidayîkbunê ye pêşkêş kir. Sirûda 2`ê Rêbendanê di beşeke din a vê rê û resmê de bo kesên amade hate pêşkêşkirin.

Herwiha gotarek bi şewaza kelhorî ji aliyê Star Êlyasî ve hate pêşkêşkirin.

Bi xwendina helbestekê jî, ji aliyê Îsa Kavûsî û xwendina stranekê ji aliyê Ferîborz Mihemedî ve rê û resm bi davî bû.

Rê û resma 2`ê Rêbendanê li Girava Bornholmê bi şahî û girtina govendê bi dawî bû.