Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo piştevaniya ji “Mihemed Sidîq Kebûdwend”, li Îtaliyayê meşek hate lidarxistin

21:14 - 7 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Gitşî ya Hizba Demokrata Kurdistanê li welatê Îtaliya, bi merema piştevaniya ji daxwazên Mihemed Sidîq Kebûdwend, meşek nerazîbûnê lidar xist.

Roja Şemî berwarê 4’ê Hezîrana 2016’an (15.03.1395) Komîteya Giştî ya PDKÎ Li bajarê “Bolzano” ya welatê Îtaliyayê, bona piştevaniya ji daxwazên Mihemed Sidîq Kebûdwend, berpirsê rêkxirawa Mafê Mirov a Kursiatanê, bi pişikdariya endam û alîgirên Hizba Demokrat û herweha çalakvanên medenî û siyaî ên Kurdistana Rojhilat, meşek nerazîbûnê lidar xist.

Li gorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, peyama Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê Îtaliyayê, ji aliyê “Ferşad Dolabî” berpirsê giştî yê vê komîteyê ve hate xwendin.

Navbirî di peyama xwe de pêdagirî liser mafê mirov di Îranê de, û herweha rewşa metirsîdar ya Rojnamevanan wî welatî, kir.

Di beşek din ya vê meşê de, Selah Konepoşî çalakvanê siyasî çend gotinek pêşkêş kirin û têde amaje bi kesatiya Kebûdwend û siyaseta dije mirov a rejîma Komara Îslamî ya Îranê kir.

Konepoşî herweha di gotinên xwe de bas ji rewşa xirab ya saxlemiya Kebûdwend kir, û daxwaz ji hemû binyat û rêkxistinên mafê mirov kir ku, piştevaniya daxwazên Mihemed Sidîq Kebûdwend bikin.