Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan/ Çar jin bûne goriyê reşandina Tîzavê

15:08 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Jinek û sê keçên kurd li bajarê Bokanê de ketine ber êrîşa reşandina Tîzavê û bi rijdî birîndar bûn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şeva sêşemî, 14’ê Tîrmeha 2015’an (23’ê pûşpera 1394’an) li şeqama Kurdistan a Bokanê, jinek û sê keçên kurd ji aliyê kes yan kesên nenas ve ketine ber êrîşa reşandina Tîzavê û bi dijwarî birîndar bûn.

Nasnameya birîndareka vê êrîşa hovane ya tîzav reşandinê, Siwêsne Îsmaîlnijad e ku 24 salî û xwendekara endazyariya Umranê ye.

9747.jpg
Siwêsne Îsmaîlnijad e

Siwêsne Îsmaîlnijad yek ji çalakên çandî û ji birêverên pirtûkxaneya “Mang” a bajarê Bokanê ye.

Li gor çavkaniyek haydar, Siwêsne û hevalên xwe ji aliyê hin kesan ku siwarê tirombêlek corê “Pirayd”ê bûne, ketine ber êrîşa reşandina Tîzavê. Herweha yekî din ji wan kesên ku Tîzav bi ser de hatiye reşandin, hevsera Şoriş Feyzînijad, kurê hunermend Reşîd Feyzînijad e.

Li vê bûyerê de, du keçên din jî ku keçên “Mehmûd Meirûfî” bûn, li sêriyana Snegîn a bajarê Bokanê de ketine ber êrîşa reşandina Tîzavê.

Siwêsne xûşka Elî Îsmaîlnijad, yek ji çalakvanên siyasî yên derweyî Îranê ye ku çend caran ji aliyê hêzên rejîmê ve bi sedema çalakiyên birayê xwe ve ketiye jêr givaş û gefan û tê guman kirin ku tîzav reşandina han ji aliyê dezgeha “ Emr bi Meirûf û Nehî ez Monker” ve hatibe encamp dayîn.

Her li vê derheqê de li meha rezbera sala borî û piştî ragihandina gelaleya xurtkirina “Emr bi Meirûf û Nehî ez Monker”, pêvajoya tîzav reşandinê bi ser rûmet û cismê keçan û jinan li Îsfehanê de jî zêde bû.

Berê jî yek ji endamên komîsyona yasayî û qezayî ya meclîsa rejîma Îranê basa wê kiribû ku meseleya Tîzav reşanandinê di medyayan de zêde hatiye mezinkirin û bi pirsek bêpûte û bêbuha jê nihêrîbû.