Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çala lawaz ya Komara Îslamî

21:16 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kerîm Perwîzî

Rejîma Îslamiya Tehranê, piştî zêdetir ji 38 salan serberedayîtî û tawankariyan, heyamekê îdia dikir ku çavkanî û xala girîng ya ewlekariya navçeya Rojhilata Navîn e.

Vê rejîmê ku her di destpêka bidestvegirtina deshilatê de, diruşma şandina derve ya şoreşê û di rastî de, pîlana pêkanîna tevdanîkariyan di navçeya Rojhilata Navîn de hebûye, nêzî sê dehikan dibe, ku bi tewahiya hêz û şiyana xwe, girûpên terorîstî dişandin derve, û di welatên navçeyê de jî, girûpên tundajo û terorîst û şarlatan bihêz kirine, û organize kirine, da ku tawan biafirînin, û li ser erdê, mana xwe di têkdana ewlehiyê de bibînin.

Di van salên dawiyê de, ku girûpên terorîstî ên cur bi cur wekî karkaroka bijehr di hemû cihekî de serî hildane, û Komara Îslamî jî bi hemiyan re ketiye nava têkiliyan de, û carekê bi navê dijberiya digel wê, û carekê jî di pêwendiya siyasî de! digel ên din, xwestine ku rûçikê navçeyê pirr ajawe nîşan bidin, û digel wan rêk ketine, ku tu yek ji wan di nava Îranê de kiryarên pirr ajawe encam nedin, da ku Komara Îslamî wekî cihekî aram di nava Rojhilata Navîn de xûya bike.

Ew siyaseta pilandarêtî ya rejîmê yek lawaziyeke girîng û bingehîn heye, ku rejîmê bîr jê nekiriye, ku di rastî de ew jî ne tenê xala lawaz belkû çala lawaz ya rejîmê ye.

Ya ku rejîma Îranê hisab jê re nekiribû, û dixwest ku wekî hemû carê bîr bike, û dunya jî piştî wê, ji bîr bike, faktorek bû bi navê neteweyên zulmlêkirî, di Îranê de. Komara Îslamî ya Îranê ku bi serkut û îdam û îşkenceyê, çalak û mafxwazên rasteqîne, yên van neteweyên bi qewlê xwe, di meydanê de, derxistibûn, da ku bi çêkirina hinek girûp û kesên kartonî, wan wekî nûnerê xebata van neteweyan nîşan bide, bi van pîlanên xwe wisa dizanî, ku pirsek bi navê pirsa neteweyî di Îranê de tune ye, û bi taybetîtir ew li ser vê hizrê bû, ku pirsa Kurd bo hertim bêdeng kiriye, û bi hinek pîlanan di navxwe de ji rê derxistiye.

Siyaseta bêdengkirinê di navxwe ya welat, û tevdanîkarî di derdorê, û girnijîn û kenî li Ewropa, sê biyavên.

stratejî ya Komara Îslamî bûn, ku bi hebûna pêşmergê Kurdistanê, di nav dilê xelkê de, wekî pifdana zilameke navbetal teqiya, û niha rejîma Îranê maye û dunyayek kêşeyên navxweyî û ewlekarî û şerê bandên di nav wan bixwe de, û Kurdistan wekî hertim bûye kabûsa jiyana rejîma terorîst a Tehranê!.

Belgeya herî nû jî bo vê gotinê, ew nivîsa Keyhan a Tehranê ye, ku di beyta rêberî ya rejîmê de tê amadekirin. Di vê nivîsê de, ku roja 27`ê Pûşperê bi pênûsa Se`idullah Ra`î belav bûye, nivîsandiye:
“Di van civînan de, ku di van dawiyane de di Îranê de hatine girtin, ew encama jê hatiye wergirtin, ku xala gefa ewlehiyê li ser Îranê navçeya bakûra Rojava ye”.

Bi zimaneke sade dibêje ku di beyta rêber de civîn hate lidarxistin û gihîştin vê encamê, ku wekî hertim Kurdistan gef e li ser rejîma Wilayeta Feqîh. Hebûna pêşmergê Kurdistanê, kabûs e li ser jiyana serberedayî û terorîstan.