Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî Ereb li Ehwazê de bi destê hêzên ewlehiyê hate kuştin

14:10 - 4 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li encama êrîşa hêzên ewlehiyê li devera “Elsiyahî” a Ehwazê çalakvanekî Ereb canê xwe ji dest da.

Çalakvanên mafên mirov a Ehwazê bilav kirin, Ebas Heqî ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îranê kete ber gulleyan û her li cih de canê xwe ji dest da.
Li gor gotina şahidan hêzên ewlehiya rejîm, pêş vê ku hevwelatiyan hayîdar bikin an hukmê dezgeha dedweriyê hebin, dest bi teqê kirine.
Her di vê pêywendiyê de li 25’ê Çileya Pêşîn a 2012’an li taxa “Şeîbiye” a şaristana Şûşterê, 6 kes li çalakvanên Ereb ên şaristana Şûşterê li parêzgaha Xûzistanê, ji aliyê hêzên awlehiyê ve hetine girtin.