Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar hevwelatiyên Kurd di Mehabadê de hatine destbiserkirin

16:15 - 26 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hêzên îtila`ata rejîma Îranê di bajarê Mehabadê de, çar hevwelatiyên Kurd ên wî bajarî destibiser kirin û ji bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata wî bajarî veguhastine.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, çar hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Îbrahîm Babayî”, “Siware Rehîmî”, “Kerîm Resûlî” û “Siyaweş Baxebanî” xelkê gundê “Îndirqaş” a girêdayî Şarwêran a Mehabadê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine destbiserkirin.

Çavkaniyeke haydar di vê derheqê de ragehandiye ku: Hêzên îtila`atê ew çar hevwelatiyên Kurd bi tometa hewldan ji bo birêvebirina rêûresma neteweyî a Newroza Kurdî binçav kirine.
wê çavkaniyê herwiha daye zanîn ku: Ew çar hevwelatiyên Kurd, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Mehabdaê hatine şandin.

Her di vê pêwendiyê de, di hefteya derbazbûyî 29`ê Reşemehê de, sê çalakvanên medenî yên xelkên bajarê Selmas a girêdayî parêzgeha Urmiyê yên bi navên “Mehmûd Cebarî”, “Emîn Cebarî” û “Hemdullah Karsaz” ji aliyê navendên dadweriyê ve hatibûne gazîkirin.

Gazî û binçavkirina hevwelatiyên Kurd di Kurdistana Îranê de, di heyama nêzîkbûna Newrozê de, û herwisa bi sebebên curbicur, rêjeyeke berçav bi xwe girtiye, û çalakvanên medenî jî, li ser vê baweriyê ne ku hêzên îtila`atê wan hewlan bi armanca tirsandin û çêkirina “stres” (dilekutê) û pêşîgirtin ji birêveçûna cejna Newrozê di Kurdistanê de encam dide.