Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çaremîn festîvala Havîniya Nêrgiz bi beşdariya zarokên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê birêve diçe

15:09 - 4 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Bi amadebûna zarokên çar parçên Kurdistanê, çaremîn festîvala hevîniya Nêrgiz ji aliyê “Nawenda Nêrgiz bo perwerdeya hizrî û huneriya zarok û nuciwanên Kurdistana Îranê” û girupa Doq Şarte li bajarê Koyê birêve diçe.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, festîvala han roja yekşemî 8’ê Îlona 2013’an, li bajarê Koyê û hola Amfî Tîatra Azadî birêve diçe.
Festîvala Havîniya Nêrgiz hemû salan di dawiya werza Havînê de û bi hinceta pêşwazîkirin ji webûna xwendingehan bi amadebûna girupên huneriyên bajar û bajarokên Kurdistanê li bajarê Koye birêve diçe.
Di vê pêwendiyê de Fatih Salihî birêveberê çaremîn festîvala Havîniya Nêrgiz ragihand, di festîvala îsal de, wezareta Perwerde, Desteya rêxistina Cemawerî û Pîşeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê, birêveberiya Rewşenbîriya Zarokan/Hewlêr û her wusa kompanyaya Korek Tilîkom yarîder û êsponser, alîkariya çaremîn festîvala Nêrgizê didin.
Salihî got: Girupa strana zarokên Bakûrê Kurdistanê, girupa mûzîka zarokên Rojavayê Kurdistanê, girupa huneriyên parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê û her wiha girupa huneriyên zarokên Rojhelatê Kurdistanê bo heyamê rojekê li bajarê Koyê mêwanê Nawenda Nêrgiz û girupa Doq Şarte dibin.
Di dawiya festîvalê de xelat pêşkeş bi girupên amadebûyî dikin.