Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenvîsa 3 çalakvanên kedkarî yên binçavkirî nerohn e

15:55 - 13 Gulan 2015

Kurdistan Media: Hêzên ewlekarî yên Rejîma Îslamî ya Îranê midehekê berî niha du hevwelatiyên Kurd ên xelkê Sine binçav kirin û heta niha çarenivîsa dosyeya wan nerohn e.

Li gor malpera Kurdistan Media, piştî derbasbûna 25 rojan bi ser binçavkirina du çalakvanên kedkariyê, ji cihê ragirtin û sebebên binçavkirina wan tu zanyariyek berdest de nîne.

Komîteya hevahengî ji bo saziyên kedkarî, nasnameya wan du hevwelatiyên Kurd bi “Aram û Fuad Zendî” ragehandî ye.

Gorî hin çavkaniyan, Îdareya Îtilaatê gef ji kes û karên van hevwelatiyan xwariye û ragihandiye ku mafê tu kesê nine ku bo haydarbûn ji rewşa van du çalakvanên kedkarî seredana vê nawenda ewlehiyê bike.

Li gor zanyariyan, Îdareya Îtilaatê gefa destbiserkirina dayka (70 salî) ya yek ji wan çalakvanan xwariye.

Ji aliyekî din ve Hamid Mehmûdnijad, çalakvanê din yê kedkariyê û ji endamên komîteya hevahengî ji bo saziyên kedkariyê, midehê 23 rojan e ku li girtîgeha Îdareya Îtilaatê de hatiye hepsîkirin.

Çavkaniyek haydar, sedema girtina wî hevwelatiyê kurd bow ê vegerand ku Mehmûdnijad berê ji aliyê nawendên ewlekar ve hatibû gazîkirin û nekariye li dema xwa de amade be.

Hamid Mehmudnijad, berê jî di meha Şubata sala1391`a rojî de li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin di meha Nîsana sala 1392`an de bi danana barimtê hatibû azadkirin.