Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna roja pêşmerge li Waşîngtonê bi rêve çû

15:53 - 7 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê bi armanca bilind nirxandina 17’ê Çileya Pêşîn roja pêşmergeyên Kurdistanê, cejnekî be coş û kelecan bi beşdariya endam û alîgirên PDKÎ û pişkek ji rûniştiyên Kurd ên devera Waşîngtonê birêve bir.

Li gor rapora malpera kurdistanmedia, roja Înê 5’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, komîteya giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Amerîkayê de bi armanca bilind nirxandina roja pêşmergeyên Kurdistanê, cejneke bi coş û kelecan bi beşdariya endam û alîgirên PDKÎ û pişkek ji rûniştiyên Kurd ên devera Waşîngtonê birêve bir.

Rêûresm bi marşa neteweyî a Ey reqîb û ragirtina degeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê bi rêve çû.

Paşan Osman Palanî çend helbestek li varê Pêşmerge pêşkeşkirinç

Piştre peyama komîteya PDKÎ ji aliyê Birwa Sefderî hat xwandin û herwiha Rehîm Reşîdî bi nûnerayetiya Kongireya Neteweyên Îrana Federal gotarek li ser pêşmerge pêşkeş kir û ji aliyê Kongireya Neteweyên Îrana Federal roja pêşmerge xelkê Kurdistanê û PDKÎ pîroz kir.

Di birga din a merasimê de Seyîran Şerefî berpirsa Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê peyama hevpar a jinan û ciwanên demokratê li Amerîkayê pêşkeş kir û roja dîrokî a pêşmerge pîroz kir.

Rêûresim bi kovend û dîlan bi dawî hat.