Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cemîle Xizirpûr: “Roja derbazbûna min ji destê Îtila’ata rejîmê, û gehîştina min bi Qendîlê, roja herî xweş bû”.

16:23 - 20 Kanûna Paşîn 2017

H:Arif Vêlzî

Bêguman gellek mezin in ew kesên ku hest bi bindestî û zulm û zordariya li ser neteweya xwe dikin, û di pêxema nehêlana wan stem û zordariyan, jiyan û temen û tenanet canê xwe jî gorî dikin û di vê pêxemê de ne tenê dilgiran ninin, belkî şanaziyê bi rêbaza xwe ya pir ji awareyî û derbederî û birsîtiyê dikin. Jiber ku hevdem gellek mirovên din jî hene ku li kêleka wan kesên xebatkar û cangorî, jiyana xwe ya rojê didomînin, lê mixabin xemsariyê li hemberî erkên xwe ên netewî dikin û ji xebata bona serbestî û azadiyê bêpar in.

Cemîle Xizirpûr jî yek ji wan mirovên mezin û xwedî baweriyê ye, ku piraniya temenê xwe, serbarê birsîtî û destengî û awareyiyê, di nava refên Hizba Demokrat de derbaz kiriye û niha jî piştî nêzik bi sê dehikan xebat û berxwedanê, neskiniye û hêj şanaziyê bi jiyan û derbazbûya xwe dike.

Cemîle Xizirpûr keça Mihemmed ê naskirî bi “Hacî Heme Bes” sala 1347’an a Rojî (1968) li gundê “Bêran” a herêma Siwêsnayetî a Serdeştê hatiye dinê.

Cemîle Xizirpûr derheq bi çavaniya têkiliya bi refên PDKÎ weha ji Agiriyê re axivî; “Piştî herifîna rejîma Paşatiyê û şoreşa gelên Îranê, pêşmergeyên Kurdistanê û bitaybet pêşmergeyên Hizba Demokrat serdana herêma me û bitaybetî mala me dikirin, ev beşek bû ji sedemên nasyariya min digel Hizba Demokrat, lê sedema sereke bandora birayê min “Rehman Aşinawer” yê naskirî bi “Rehmanê Hacî Heme Besê Bêran” bû li ser min, ku wî çaxî pêşmergeyê Hizba Demokrat bû û mixabin, berwarê 8’ê Xezelwera sala 1361’an a Rojî, (1982) û di şerê “Qûça Maraxanê” de şehîd ket. Her di despêka şoreşên gelên Îranê ez bûme alîgirê Hizba Demokrat û sala 1985’an a Zayînî (1364) min têkilî bi Husên Nazdar re ava kirin û sala paştir bi fermî di refên teşkîlata nepenî a Hizbê de hatime sazimandan. Ez li ser birêvebirina erkên xwe yên hizbî berdewam bûm heya sala 1990’î ya Zayînî Îtila’at bi pewendiya min digel Hizbê hesiya û hewla girtina min da, lê bona derbazbûnê min peywendî bi tîmeke pêşmergeyên Hizbê ve girt û min xwe gihand baregehên sereke ên Hizbê li Qendîlê, lê mixabin piştî min dayk û bab û birayên min hatne girtin û îşkencedan, û piştî çend rojan serbestberdanê, babê min canê xwe ji dest da, û birayekî min û birayekî Husên Nazdar jî, heyamê 3 heyvan li Mihabadê hatine îşkencekirin, lê teslîmî pîlanên qirêj ên rejîmê nebûn”.

Cemîle Xizirpûr herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje ku; “Di Yekemîn heyva Bohara sala 1370’an a Rojî(1991) de, min jiyana hevpar digel Husên Nazdar ava kir û berhema jiyana me jî 4 zarok bi navên Aştî, Aso, Aras û Awat bûn ku mixabin, zarokê me yê binavê Awat, her di despêka zarokatiya xwe de bi sedema nesaxiyê û tunebûna derman û îmkanatên pizîşkî, canê xwe ji dest da, lê 3 zarokên min ên dî, serbarê jiyana di awareyî û derbederiyê de, di bin top û bombebaranê de xwendina xwe bi dawî anîn û niha jî berevajî xwasteka me, awareyî Ewrûpayê bûne”.

Cemîle Xizirpûr piştî bi salan jiyana di nava Hizba Demokrata Kurdistanê de, çavnihêriya xwe ji Hizba Demokrat û hevjînê xwe weha tîne ziman; “Çavnihêriya min ji PDKÎ eva ye ku di pêxema bidestxistina azadiya gelê me, li ser xebata li dijî dujminan berdewam be û di refên xwe de wekheviya di navbera jin û mêran de biparêze. Çavnhêriya min ji hevjînê min Husên Nazdar jî ev e ku piştî pitir ji 36 salan xebata di nava refên Hizba Demokrat de, li ser xebata xwe berdewam be û hêviya temenek dirêj û saxlemiyak baş jê re dikim heya gehîştina bi armancên gelê me”.

Cemîle Xizirpûr derheq rojên xweş ên jiyana xwe dibêje; “Min di jiyana xwe de rojên xweş pir kêm dîtine, lê rojên ku bal min hinekî xweş bûne, Yek roja derbazbûna min ji destê Îtila’ata rejîmê û gehîştina min bi Qendîlê bû, û rojek din a xweş di jiyana min de roja zewicîna min bi Husên Nazdar re bû û, herweha roja ku yekemîn zaroka me “Aştî” hate dinê jî, rojeke pir xweş a jiyana min e”.

Li hember de Cemîle Xizirpûr rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tine ziman; “Jiyana min pir e ji rojên nexweş, her roja ku pêşmergeyekî Hizbê, an ku hevjînê her jinekê û her endamekî Hizbê û tenanet xebatkarekî rêya serbestiyê bi neheq dihat şehîdkirin, ji min re rojek tal bû, lê ji hemûyan nexweştir roja şehîd ketina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û bombebarana binke û baregehên Hizbê li Qendîlê û piştre li bajarê Koyê bû. Diyar e ewana rojên nexweş ên jiyana siyasî ya min bûn, lê şehîdketina birayê min û koça dawiyê ya dayk û babên min û herweha roja ku Awatê Kurê min canê xwe jidest da û bitaybetî di çend heyvên derbazbûyî de jî, awarebûna her 3 zarokên min, rojên herî nexweş ên jiyana min in”.

Cemîle Xizirpûr di dawiyê de rû li keç û jin û dayîkên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tine; “Ez daxwazê ji xûşik û birayên xwe li Kurdistana Rojhilat dikim ku, bweriyê bi pîlnên dagîrkeran nekin, yekrêziya netewa xwe biparêzin û di pêxema derkirina dagîrkerên Kurdistanê de, ji hemû xebatekî rewa mifahê bisitînin û piştevaniyê bidin siyasetên Hizba Demokrat û di dema hewce de alîkariya pêşmergeyên vê Hizbê bikin”.