Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çerenûsa du hevwelatiyên Kurd ên destbiserkirî nediyare

14:09 - 24 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Kurd ên xelkê bajarê “Selmas”ê li parêzgaha Urmiyê ku 7 meh berî niha ji aliyê hêzên Îttilatê hatibûn girtin, heya niha tu zanyaryek ji ber dest nine.



Hebîb Etmanî kurê Ceifer û Azad Etmanî kurê Efrûz xelkê bajarê Selmasê, 7 meh berî niha ji aliyê hêzên Îttilata wî bajarê hatin girtin û jibo ciheke nediyar hatin veguhastin.
Nûçegehaniya Hirana bilav kir, ew her du girtiyên Kurd heya niha mafê dest pêra gehîştin bi parêzer û çavpêketin li gel malbata xwe bêparin û serbarî evê ku malbata wan girtiyan pêdegir bûne, heya niha tu zanyariyek li çarenûsa wan welatiyên Kurd li berdest de nine.

Li gor mada 92’ê konvansiyona mafên girtiyan, her girtiyeke dadigahî nekirî îzna evê heye, sebeba girtinê, cihê ragirtinê û dadigahî kirin û herweha rewşa xwe bi malbata xwe rabigehîne û divê îmkanata pêywendî girtinê li gel malbat û kes û kerên xwe û wisa çavpêketinê jî hebe. Dibe ku îdareya girtiyan li gel dezgeha dadweriyê wan îmkanan dabîn bike.