Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya 45 sal zîndanê bi ser çalakvaneke siyasî yê Kurd hat sepadin

14:38 - 18 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Girtiyeke siyasî yê Kurd bi navê Mihemed Husên Rizaî ji aliyê dozgeriya Îngilaba bajarê Sinê cezaya 45 sal zîndanê bi serda hat sepandin.


Kempa pêşgîrî ji girtiyên siyasî û sêvîl bilav kir, Mihemed Husên Rizaî naskirî bi Xusru xelkê gundê “Kêle Kev”a ser bi bajarê Dîwanderê, ji aliyê dozgeriya Înqilaba bajarê Sinê bi suça alîkarî û endametî li partiyeke Kurdî de, cezaya 45 sal zîndanê bi serda hat sepandin.
Cizayê han li demekê deye ku ev girtiyê siyasî yê Kurd sê sal berî niha bi 30 sal zîndanê hatibû mehkûm kirin lê disan hatiye dadigahî kirin û 15 salên din bi zîndana vî zêde bûye.
Mihemed Husên Rezaî li gel sê girtiyên din yê siyasî bi navên “Fexredîn Fercî, Çengîz Qedemxêr û Eyîûb Esedî” li meha Gulan a 2012’an, ji aliyê hêzên Îtilata Sipahê hatin girtin.

Fexredîn Fercî, Çengîz Qedemxêrxelkê bajarê Kamyranê û Eyûb Esedî xelkê bajarê Merîwanê û Mihemed Husên Rezaî pitir ji 2 demijmêran hatin dadigahî kirin û bi giştî 120 sal heps bi ser vana de hat sepandin.