Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 14 sal girtîgehê bi ser du hevwelatiyên kurd de hate sepandin

22:01 - 2 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Du hevwelatiyên Kurd ên akinciyê bajarê Tehranê ku di meş û civînên ji bo piştgiriya li Kobanê de beşdarî kiribûn, ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibûn binçavkirbûn, cezayê 14 sal girtîgehê bi ser wan de hat sepandin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî, 1ê Hezîran a 2015`an, Aso Rostemî û Elî Nûrî ji çalakvanên mafên zarokan ku li civînên piştewankirin ji Kobanê beşdarî kiribûn, ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibûn binçavkirin, piştî midehek binçavkirinê, di yekem dadgehiya xwe de bi 14 sal cezaya hepsê hatin mehkûm kirin.

Aso Rostemî (28 salî), şaîr û mamostayê qutabxaneyê û çalakvanê mafê zarokan, di 8ê nîsana 2014`an de, di xwenîşandanên ji bo piştewanî kirin ji Kobanê ku li pêşberî buroya rêxistina NY li bajarê Tehranê de birêve çû, ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û cezayê 7 sal hepsê bi ser de hate seandin.

Herwiha Elî Nûrî, xwendekarê beşa endazyar a Zanîngeha Perend a Tehranê, herweha ser çalakvanê mafên zarokan, di meşên hevwelatiyên Kurdên akinciyên bajarê Tehranê de ku li roja çarşemî, 8ê Adara 2014`an de bi armanca piştgiriya ji Kobanê hatibû lidar xistin, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştî danîna barmiteya 50 miliyon tûmenî, cezayê 7 sal zîndanê bi ser de hate sepandin.