Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima baykota hilbijartinê ya şêvrên gund û bajaran biryareke rast û di cihê xwe de bû?

01:21 - 6 Hezîran 2017

Elborz Ro`înten

Berî vê ku ez herim ser vê behsê ez dixwazim ku vê çendê bêjim ku di Komara Îslamî de, eva kes yan yasa nine ku axavtina yekem dike, belkû eva taqma deshilatdar e ku hemû biryarekê dikare derbike, û kes nikare pêşiyê bigre, bi taybetî hekî ev mijara pêwendiya wê bi Kurd û maf û daxwazî û derfeta gihîştina bi mafên xwe hebe.

Bawer nakim ku kes hebe ku digel vê boçûna serê dijatiyê bike, hekî dilê wî bo mafên Kurd lêde.

Ku wisa bû, emê Kurd dikarin bi bê yek û du, dijberiyê bikin digel hemû qewareyên Komara Îslamî, jiber ku heta hekî di yasayan de bi yasaya bingehîn ve jî, hekî bi qasî serê derziyê jî îşare pê hatibe kirin, tiştek din e, jiber ku ew taqma deshilatdar e ku ne tenê xwe li serveyî yasayê dizane, belkû xwe bi nûnerê Xwedê li ser erdê dizane. Heya vî cihî ku ew taqma hebe, li dijî me tev digere, û hukmê dagîrkariyê heye. Ku em dibînin li dijî me tev digere, em jî dibe li dijî wê bisekinin.

Di rewşeke wisa de, ez dibînim ku rexne tê girtin ku baykota şêvrên gund û bajaran û bi taybetî ew bajarên ku Kurd û Azerî yan Kurd û Fars tê de ne, ne dirust e, lê ew rexne ew qas bê cî ye, ku peyrewiyê ji tu bingehekê nake, lê bona rohnbûna zêdetir ezê bersiv bidim.

Baykota hilbijartina gund û bajaran, şaş nebû, jiber ku ferq û cadahîdanîn bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd tê kirin, û şêvran tu deshilateke wan ya wisa nine, ku bikarin vê ferq û cudahîdanînê nehêlin. Piştre jî ew Kurdên ku bo kandîdbûnê dibe ji fîltera Îtila`atê re derbaz bibin, nikarin ku van kêşeyên baskirî çareser bikin.

Mezintirîn deshilata şêvra bajar, hilbijartina şaredar e, lê li gora yasaya gund û bajaran, piştî vê ku şaredar piştî şert û mercê diyarîkirî, ji aliyê şêvrê ve tê hilbijartin, dibe ku Wezîrê Navxwe yan jî parêzgar pesend bike, piştre bibe şaredar.

Heta hekî kêşeyek di navbera wezîr û şora, yan parêzgar û şora de pêk hat, eva heyeteke din heye ku biryar dide, wate şora ew deshilat jî tune ye.

Ku wisa bû hêvîdarbûna bi vê ku şora di berjewendiya Kurd de, li dijî siyaseta ferq û cudahîdanînê bisekine, yan biryarên wê di berjewedniya Kurd de be, gellekî şaş e, û dibe sedema jirêderxistina daxwazî û mafên Kurdan, bi taybetî hekî ew hêvî ji aliyê kesayetî yan hêzeke şoreşger ve çê be.

Mijareke din ew e ku dibêjin baykot nehê kirin, û hilbijartin di van bajaran de, bi taybetî di Urmiyê de belgeyek e, bo Kurdistanîbûna Urmiyê.

Di rastî de ew yek şaşe, û bi vî rengî em Kurdistanîbûna van bajaran dixin nava leyîzeke siyasî de, ku birêveber û deshilatdarê wê komara Îslamiya Îranê ye, gelo dibe em deshilatdariya vê sîstemê qebûl bikin, bê guman na, jiber ku hekî wisa be, eva em pirsê dixin ser Kurdistanîbûn yan nebûna vî bajarî.

Cuda ji hemû van hokaran, em wisa danên ku şora di nava hilbijartineke demokratîk û bê kêşe de têne birêvebirin, dîsan jî li ber vê ku mafên me yên neteweyî û daxwaziyên me di çarçoveya sîstema Komara Îslamî de nahê cîbicîkirin, baykot riya herî baş e, jiber ku daxwaziya Kurd bi şorayên bajarekî nahê cîbicîkirin, di demekê de hemû deshilatên lokalî ji aliyê vê sîstemê ve têne diyarîkirin, gelo şorayê bê deshilat kurd be, yan na, çi dibe.

Biçûkkirina daxwaziya Kurd di rewşeke wisa de, bi hilbijartina şora, wateyeke wê nine, û ew jî ji rê derxistina hêz û demê ye. Lewra jî li ser bingeha amaran û encamên derev yên Komara Îslamî, rexnekirina biryareke dirust û exlaqî ez bi baş û dirust nizanim, heya gellek caran jî ew rexne hilkeliyê kutan û dijberiya hevdu ye, hekî wisa nebe, çima cardin piştî mehekî, em dîsan li dijî Komara Îslamî dibin hevra, û em dîsan hawara xwe bo çeka xwe dibin li dijî vê sîstemê, û ne şora, û ne jî nûnerê meclisê, û ne jî reformxwaz bi hawara me de nahên, û heya dijatiya me jî dikin.