Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna aliyên siyasî û partî yên Kurdistanê di Danîmarkê de bi rêve çû

19:20 - 2 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji partî û aliyên siyasî ên çar parê Kurdistanê, civînekî hevpar derheq bi rewşa niha ya Kurdistanê û bi xasmanî êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Kobanê û Şengalê hat lidar xistin.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Pênçşemî 30’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hejmarek ji partî û aliyên siyasî yên her 4 parçên Kurdistanê li bajarê Arhûs a welatê Danîmarkê civînekê hevpar li ser êrîşên rêxistina terorîstî a DAÎŞ’ê bo ser Kurdistan û bi xasmanî Kobanê û Şengalê birêve birin.

Di wê rûniştinê de çendîn xal derheq bi çawan birêve birina rêpêwana roja Şemiyê bervara 1’ê Çiriya Paşîn, roja parastina Kobanê û dije terorê bas li ser kirin.

11286.jpg

Di wê civînê de şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Cemşîd Xusrewî berpirsê komîteya giştî a Danîmarkê beşdar bû.

Herwiha liqa Alborg a komîteya halîkariya hêzên siyasî yên Kurdisatanê û komîteya PDKÎ li devera Alborg di vê civînê de pişikdar bûn.