Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Mistefa Hicrî tevî malbatên şehîdan

16:48 - 31 Adar 2014

Kurdistanmedia: Bi boneya 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê, Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî hejmark ji malbatên şehîdan civiya.

Li gor rapora nûçegihaniya Kurdistanmedia, roj Yekşemî 30’ê Adar a 2014’an, Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ ligel hejmarek ji malbatên şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê kom bû.

Hicrî di vê civînê de keyfxweşiya xwe ji dîtina malbatên şehîdan derbirî û li ser rewşa niha ya Kurdistanê û nêzîkbûna rizgariya yekcariya gele me di vê parê Kurdistanê de axavtin kir û got: Dibe em hemû rojek weke roja şehîdan bizanin, çimkî tu rojekê salê nebûye ku xurtên xebatkarên Kurd xwîna xwe li ser axa kurdistanê nerêje û ewa jî me tine ser vê bawerê ku heya gehîştin bi armancên şehîdên me dirêjederê rêya wan bin.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ got: Serbestbûana pişkekî Kurdistanê û misogerbûna mafê Kurdan li çendîn parên din ên Kuridstanê û dilxweşiya wan hevwelatiyên kurd li wan cihan ku bi mefên xwe şad bûne, cihê dilxweşiyê bo piraniya neteweya kurd û bixasmanî kurdên rojhelatê ye.

Herwiha Mistefa Hicrî ewa jî got: Di beşa din a Kurdistanê de ku rejîma Îslamî ya Îranê destelatdariya wî li ser de zale, gelê Kurd hêşta tepese dike û niha bi tund kirina givaşan bo ser hemwelatiyan û çalakvanan û tirsa xwe ji hiweşanê derdixe.