Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî: Hizba Demokrat teqînên terorîstî ên bajarê Amedê Pirotesto kir

22:08 - 6 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Ii dor teqînên terorîstî ên bajarê Amedê li dema birêveçûna mîtînga hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê de, daxuyaniyek belav kir.

Deqa vê daxuyaniyê bi vî awayî ye:
Êwariya roja înê, 5’ê Hezîrana 2015’an, wate du roj berî birêveçûna hilbijartinên Tirkiyê û rojek berî dawîhatina piropagandayên hilbijartinê, destek neyar û dujminkarane, du teqînên terorîstî li midehê navbera 5 deqeyan de, li nav girseya xelkê beşdar li mîtînga hezaran kesî a HDP’ê li qada Îstasiyoma Amedê de encam da û mixabin 4 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 400 kes j birîndar bûn.

Li vê derheqê de, Deftera Siyas ya PDK Îranê tevî pirotesto û şermezarkirina van kiryarên terorîstî û xembariya xwe li dor can ji destdana goriyên vê kiryara terorîstî, hêviya başbûna çiqas zûtir ya birîndaran jî bi hêvî dixwaze û kiryara han ji aliyê her kes û aliyekê ve be, şermezar dike. Hevdem sersaxiyê ji malbatên goriyan dike û xwe bi şirîkê xemên wan dizane.

Herweha em hêv dikin ku ev kiryarên terorîstî, tesîr û bandorek nerênî li ser vîn û îradeya lêbrawane û şoreşvanî a xûşk û birayên me li Bakûra Kurdistanê de neke û piroseya hilbijartinê jî li pêvajoya asay a xwe de pêş bixin.

Neman ji bo terorîzm û terorîstperweran
Serkevtin ji bo azadî û rizgariya gelan

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
6.6.2015’an
16.3.1394an a Rojî