Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDK Îranê bi hinceta şehîdkirina hejmarek xelkê bê berevan yê Kurd ji aliyê balafirên şerrker ên Erteşa Turkiyê ve

02:40 - 13 Nîsan 2012

Li gor nûçeyên ku belav bûne, demjimêr 10’ê şeva 28.12.2011’an, dehan kolber û kasibkarên gundê Rûboskî ser bi bajarê Şirnixê yê Kurdistana Turkiyê, ketin ber êrîşa hovane a balafirên bombe avêj ên rejîma Turkiyê û di encam de 35 kes ji kolberan canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn. Herweha pitir ji 15 kes jî heya niha bêser û şûn in.

Balafirên şerrker ên Turkiyê di demekê de ev tawana mezin encam dane ku kolberên wê deverê bi agehdarî û rizamendiya berpirsên Erteşa Turkiyhê mijûlî kar û kasibiyê bo bidestxistina bijîva jiyana xwe li ser sînoran di hat û çûyê de bûn û bi vî awayî canê wan jê hat sitandin.

Eva cara yekem nine ku hêzên Turkiye û Îranê, dûr ji hemû rê û şûnên mirovî, xelkê zehmetkêş yên Kurdistanê li ser sînoran dikin armanc û kasibkar û kolber dikevin ber êrîşa esmanî a balafirên Turkiyê û topxaneyê hêzên rejîma Îranê û bi awayên herî hovane wan şehîd û birîndar dikin, û jiyana wan ji nav dibin û wan dikin goriyên siyaseta xwe ya qirêj, eva di demekê de ye ku ev rejîmên binpêkerên mafan bo xelkê berxwedanvan yên welatên din ku ketine ber pêla tepeserî û tun û tûjiya rejîmên xwe ên dîktator, bi berçav rondikên tîmsahî dirêjin û pêdagirîyê li ser mafên wan dikin. Di halekê de bixwe bi vî awayî Kurdan û xelkê parxwarî yê Kurdistanê û gelên din dikin armanc û bi hovanetirîn şêweyan kom bi kom wan şehîd dikin.

Em hevdem ku ev kiryara dijî mirovî a hêzên Turkiyê mehkûm dikin, û vê siyasetê bi berevajiya hewlên siyasî ên dostan û xêrxwazên riya çareseriya aşitiyane a pirsa Kurd di wî welatî de dizanin, û daxwazê ji kom û civatên mirovhez di asta navnetewî de dikin ku li hember wan tawanên nemirovane ên hêzên tepeserkar ên rejîmên Turkiye û Îranê bêdeng nemînin, û ji vê yekê pitir îzna wan rejîman nehê dayîn ku xelkê sivîl û zulimlêkirî yê Kurd bikin armanca leşkerî û hovane wan şehîd bikin.

PDK Îranê tevî nîşandana xem û kedera xwe ji vê bûyera dilêş, sersaxiyê dide malbat û kes û karên goriyên vê tawanê bi taybetî, û xelkê melbenda Şirnexê bi giştî, hêviya qenc bûn û şifaya her çiqas zû bo birîndarên vê bombebaranê dixwaze û piştrast e ku ew karên han, ne Kurdan ji nav dibin, ne jî pirsa Kurd çareser dike. Berevajî, xelkê Kurdistanê li ser daxwazên xwe micittir û pêdagirtir dike û di encam de riswayî û şermezarî bo wan rejîman dimîne ku mana xwe di tepeseriya netewa Kurd de dibînin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
30’ê Çileya Pêşîn a 2011’an a Zayînî
9’ê Befranbara 1390’a Rojî