Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya koça dawiya helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes

17:07 - 5 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi boneya wefat kirina helbestvanê navdar ê Kurd mamosta “Şêrko Bêkes” daxuyaniyek bilav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Hemwelatiyên rêzdar!

Civatên xelkê Kurdistanê!

Roja Yekşemî 13’ê Gelawêja 1392’an rojî (4’ê Tebaxa 2013’an) mixabin dilê mezin û pirr ji evîn yê helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di yek ji nexweşxaneyên welatê Swîdê ji lêdanê ket û bo hertim xatirê xwe ji jiyan û ji ogir û evîndarên helbest û wêjeya Kurdî û bi giştî ji xortên neteweya Kurd xwast.
Jidestçûna Şêrko Bêkes wek şarezayeke wêjeya Kurdî û helbestvanekî naskirî ê Kurd bêguman zirareke mezin li samana wêje û rewşenbîriya neteweya Kurd û xemeke giran e ku giranî xiste ser dilê evîndar û welatperwerên Kurd.
Şêrko Bêkes yek ji sitûnên parastina ziman û kultura Kurdî û di rastî de xûdîka di cihê xwe de ya helbesta hevçerx ya Kurdî û xizîneyeka peyvên resen ên Kurd û wergirê xelata wêjeyî ya “Toxoloskî” bû. Mamosta Şêrko Bêkes di jiyana çand û qada helbest û wêjeya Kurdî de siwar çak û di heyamê jiyê xwe de jî çendîn dîwanên helbestan berhem anîne, ku dawî dîwana helbesta wî “lezê bike, mirin wê bigîje” bû.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jidestçûna mamosta Şêrko Bêkes wek zirarekê bo tewaya xortên neteweya Kurd dizane, û li ser vê baweriyê ye ku valahiya nemana wî helbestvanê mezin li qada wêjeya Kurdî de bi hêsanî tijî nabe.
Di heman dem de Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi boneya koça dawiyê ya Şêrko Bêkes em sersaxiyê dibêje tewaya xortên neteweya Kurd, helbestvan û wêjevanên Kurd , û dost û nasyarên wî û malbata rêzdar Şêrko Bêkes, û xwe di vê xema giran de bi hevpar û beşdar dizane û sebrê ji hemû aliyekê re bi hêvî dixwaze û hurmetê ji yad û yadgarên bi nirx ên wî digre.
Riha wî şad be
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
14’ê Gekawêja 1392’an a Rojî
5’ê Tebaxa 2013’an a Zayînî