Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat derheq dawîhatina 10’emîn Pilînoma Komîteya Nawendî

14:29 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq dawîhatina 10’emîn Pilînoma Komîteya Nawendî, daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê 10’emîn pilînoma xwe demjimêr 9’ê sibêdeya roja Şemî, 25’ê Tîrmeha 2015’an (3’ê Gelawêja 1394’an a Rojî) bi beşdariya piraniya endamên eslî, Cihgirên Komîteya Nawendî û nûnerên endamên rêberiyê li derweyî welat lidar xist.

Pilînom bi deqîqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdan bi taybetî dawîn şehîdê Hizbê “Qadir Kerîmî” dest pêkir.

Piştre destûra karê Pilînomê ku pêştir endamên rêberiyê jê hatibûn haydarkirin, piştî pejrandinê, ji aliyê “Mistefa Hicrî” Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve basek giştî û siyasî û herweha rapora kar û sefera xwe bo derweyî welat ve hat pêşkêş kirin. Hicrî li vê raporê de îşare bi van bas û mijaran kiribû ku li hevdîtinên bi rayedarên beşek ji wan welatên rojavayî “bi taybetî Amerîka û Almaniya”re hebibû û endamên 10’mîn Pilînomê ji hizr û ramanên wan li hember pirsên têkildarî Rojhilata Navîn de haydar kir.

Li parek din ya rapora Sekreterê giştî de, lihevhatina welatên 5+1 bi Rejîma Îslamî ya Îranê re hatibû ku berê jî Hizba Demokrat pêşbîniya vê lihevhatinê kiribû û anîbû ziman ku rejîma Îranê piştî rêketina han, bi azadkirina pereyên cemidandî ên xwe û herweha egera sivikkirina dorpêçan û jordebirina rêjeya derfirotina petrola xwe, dê dahata xwe jî jorde bibe, lê beşa herî kêm ya wê dahatê dê ji bo xelkê Îran û beşa herî zêde jî ji bo dezgehên tepeserkar ên wekî Sipaha Pastaran, Îtilaat û Besîcê bê terxankirin û li derweyî welat de jî dê ji bo hevalbendên xwe weke Hizbulaha Lubnanê, Hosî’yên Yemen’ê, Hikûmeta Beşar Esed û deste û gurûpên terorîstî ên din bê mezaxtin. Eşkere ye ku xurtkirin û bihêzkirina van taxim û gurûpên terorîstî û fitneçî, dê li piratîk de jî pirsgirêk û tevdankariyên zêdetir ji bo welatên deverê li pey xwe re bîne. Beşdarên Pilînomê jî piştî bihîstina raporên sekreterê giştî, raman û pirsiyarên xwe anîn ziman û sefera sekreter jî berhemdar û serkevtî zanîn.

Li beşek din ji karê Pilînomê, Hesen Şerefî, Cihgirê sekreterê giştî yê partiyê jî nirxandinek siyasî li ser doza kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bi şert û merc û taybetmendiyên xwe ve pêşkêşî beşdarên pilînomê kir. Endamên rêberiya hizbê jî bi heman awayî têdîtin û ramanên xwe li dor rewşa kurdan li her yek ji parçeyan de anîn ziman û analîzên Cihgirê Sekreterê Giştî ku xalên bihêz, erênî û nerênî ên pirsa kurd li her yek ji parçeyan ji xwe girtibû, bi realîstane û durust nirxandin.

Beşek din ya karê Pilînomê jî bo raporek din hatibû terxankirin ku “Komîsyona Siyasî- Nîzamî” a hizbê li ser encamên liv û tevgera vê dawiyê ya hêza pêşmerge ya hizbê li hundur û derweyî welat, başûra Kurdistanê û cihgîrbûna wan li deverên sînorî de, pêşkêş kir.
Beşdarên pilînomê jî îşare bi aliyên erênî û encamên buhadar ên vê bizava dawîn kirin û sopas û pêzanînên xwe ji kadr û pêşmerge û endamên hizbê li navxwe, derweyî welat û başûra Kurdistanê û endamên Yekîtiyên Lawan, Jinan û Xwendekaran û dostên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê anîn ziman ku li pêvajoya vê hereketa dawîn de her yek ji wan bi awayekê fedakarî kirin û li gor erkê diyarîkirî ê xwe, bi dilsojî ve hevkar û piştevaniya hêza pêşmerge ya hizbê kirin. Herweha îşare bi hin kêmasiyên li vê derheqê de jî kirin û rêberiya hizbê raspartin ku van destkevtan biparêzin û bi berçavgirtina şert û mercên dever û Îranê û li gor şiyanên xwe li pêxem pêşdebirin û bibandortirkirina vê tevgerê de pêngavan bavêje û ji bo vê armancê jî, bername û pilanek jêhatî hebin daku alîkarê geşekirin û pêşdeçûna zêdetir û xurtkirina tevgera Kurdistana Rojhilatê be.

Herweha Pilînomê sipas û pêzanînên xwe ji bo helwesta hemû van hizb, sazî, NGO, kesatî û aliyan jî nîşan da ku li pêvajoya vê hereketê de bi awayên curbicur piştevaniya Hizba Demokrat kirin û hereketa han bi jêhatî, berheq û pêngavek bibandor zanîbûn.
Dawîn beşa karê pilînoma 10’an ya Komîteya Nawendî ya PDKÎ jî basek giştî bû li ser rewşa karûbarên hizbê li çend warên din de, ku beşdarên Pilînomê li vê derheqê de piştî nîqaş û dahûrandinan, biryarên hewce li dor her mijarekê girtin.

10’mîn pilînoma Komîteya Nawendî piştî 3 roj karên berdewam, piştînîvroya roja Duşemî, 27’ê Tîrmeha 2015’an (5’ê Gelawêja 1394’an) dawî bi karên xwe anî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
27.07.2015’an a Zayînî
05.05.1394’an a Rojî