Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat derheq hewlên terorîstî ên vê dawiyê yên Komara Îslamî ya Îranê

16:49 - 10 Tebax 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li dor hewlên terorîstî ên vê dawiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li ser bargehên Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkeşên Kurdistana Îranê daxuyaniyek weşand.

Civatên Xelkê Kurdistanê!
Kom û civatên mirovdost!
Nûnerên rêxistina Netewên Yekbûyî!
Nûnerên dîplomasiya welatan li Herêma Kurdistanê!

Li gor haydarî û daxuyaniya Komeleya Şoreşgir a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê, şeva înê li ser Şemiyê, 7’ê Tebaxa 2015’an, çend bombayên bihêz ji aliyê tîmek terorîstî ya dezgeha Îtilaata rejîma Komara Îslamî ya Îranê bo nav refên Komeleyê li yek ji organên cihê akincîbûn û veheviyana malbat û endamên Komelê hatibûn çandin ku bi xweşî ve berî peqîna wan hatin vedîtin û ji aliyê tîmên pispor yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pûçkirin;Hevdem tevî vê jî hat ragihandin ku hewla terorkirina yek ji endamên rêberiya Komeleya Zehmetkeşên Kurdistanê jî hatiye pûçkirin, bêguman li egera serkevtina wê pîlanê de, zirar û xesarên canî û malî ên zaf û berbiçav dê li pey re bihatiban.

Em tevî nîşandana hevsoziya xwe bi van aliyan û pirotestokirina van bombçandinan û cehdên terorîstî, bi bîr tînin ku me hevdem û berî rêketina navikî ya navbera Komara Îslamî û gurûpa 5+1 jî ragihandibû ku rejîma Îranê piştî vê rêketinê, dê him deste û gurûpên girêdayî xwe li deverê de bihêz bike ku eva jî aloziya zêdetir a deverê li pey xwe re tîne û him jî, destê wê bo karên terorîstî û teqandinan ji riya kirêgirtiyên xwe ve vekirîtir dike û me li vê derheqê de hişyarî da aliyan û ew haydar kirin, lê mixabin em niha vê yekê li piratîk de dibînin.

Lewre li vê derheqê de, em kom û civatên navnetewî, welatên 5+1 û tev aliyekê ji metirsiya karên terorîstî ên Komara Îslamî ya Îranê bi giştî û bo ser binke û bargehên hêzên Rojhilata Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi taybetî û …. agehdar dikin û li benda wê ne ku ji her riyên mumkin ve, pêşiya kiryarên terorîstî ên Komara Îslamî ya Îranê bigrin û vê rastiyê jî bixin berçav ku Komara Îslamî ya Îranê bi cewher û kakila xwe bi bêy bombeya Navikî jî, metirsiyek micid e li ser civaka cîhanî, welatên deverê û xelkê Îranê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Polîtburo
10’ê Tebaxa 2015’an
19’ê Gelawêja 1394’an