Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya êrîşa mûşekî li ser endamên Mucahidînê Xelq

14:15 - 31 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ di daxuyaniyekê de tevî mehkûmkirina êrîşa mûşekî li ser kempa endamên Mucahidînên Xelq, Komara Îslamiya Îranê wekî biryarderê vê êrîşê dinasînin.

Deqa daxuyaniyê bi vî rengî ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî derheq êrîşa mûşekî li ser endamên Mucahidînê Xelq


Roja Pêncşemiyê 7’ê Xezelwerê (29.10.2015)’an bi mûşekan êrîşek li dijî endamên Rêkxirawa Mucahidînê Xelq di kempa Lîbêrtî li nêzî Bexdayê çêbû, û di encama vê mûşekbaranê de, li gora daxuyaniya Rêkxirawa Mucahidînê Xelq, 23 kes ji wan hatin kuştin, û hejmarek zaf jî birîndar in, ku birîna hinek ji wan birîndaran kûr e.

Her ji yekemîn demên belavbûna vê nûçeyê de, şik û guman li ser Komara Îslamiya Îranê û dest û pêwendiyên wê hebûn, jiber ku kiryarên bi vî rengî ên terorîstî û bombebaran û mûşekbarankirina xelkê bêberevan tenê ji destên Komara Îslamî û bîrokeya wilayeta feqîh tê. Bitaybetî di vê derheqê de hewceyî bibîranînê ye ku eva yekem car nîne ku Komara Îslamiya Îranê û dest û pêwendiyên wê, êrîşê dikin ser hêzên Rêkxirawa Mucahidînê Xelq, û pêştir jî çendîn caran, bi awayekî gellek hovane êrîşî ser kempa Eşref kiribûn, û piştî veguhastina wan bo kempa Lîbêrtî dîsan jî bi xompare û mûşekan êrîşî ser wan dikirin, û vê carê jî bi heman şêwazî êrîş kirin ser kempa Lîbêrtî.

Rojekê piştî vê bûyerê girûpek bi navê arteşa Muxtar, ku diyar û eşkere ye ku Komara Îslamiya Îranê û Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê, girûpên bi vî rengî ava dike, da ku kiryarên bi vî rengî encam bide, berpirsayetiya mûşekbaranê girte stûyê xwe.

Ya ku zelal e ew e ku her girûpekê û li jêr her navekî de, ew kar encam dabe, kiryarekî kirêt û dijî mirovî ye, ku ji bilî tawanên dijî mirovî, û tawanên şer, çi navekî din mirov nikare li ser danê, û herwisa bi zelalî xuya ye ku her girûpekê ku ew kiryar encam dabe, li ser biryara seranên rejîma Komara Îslamiya Îranê ew tawana dijî mirovî encam daye.

Em wekî PDKÎ vê kiryara terorîstî ya dest û pêwendiyên Komara Îslamiya Îranê şermezar dikin, û em daxwazkar in ku civaka navneteweyî û bi taybetî dewleta Amerîkayê ku di hemberî parastina can û ewlehiya hêzên opozisyonê ên dijberî Komara Îslamiya Îranê de, ku di Îraqê de ne, xemsar nebin, jiber ku Komara Îslamiya Îranê ji derfeta lihevkirina digel Rojava û kirîza herêmê ji bo birêvebirina pîlanên xwe mifahê werdigre.

Em tevî vê ku sersaxiyê dibêjne malbatên kuştiyên vê kiryara tawanbarane, û tevî vê ku hevxemiyê digel Rêkxirawa Mucahidînê Xelq dikin, em destê reş yê Komara Îslamiya Îranê eşkere dikin ku li pişt hemû van cure kiryarên terorîstî û tawanan e, û daxwazê ji hêzên dijberî Komara Îslamiya Îranê dikin ku di qonaxên weha de bêdeng nebin, jiber ku di rewşa bêdengiyê de, spaha terorîst ya rejîma Îranê pîlanan bo êrîşa li dijî kesên din jî dadirêje.

PDKÎ
Deftera Siyasî
08.08.1394
30.10.2015