Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî Ya PDKÎ derheq zêdetirbûna îdama girtiyên siyasî

18:34 - 28 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Defrea Siyasî Ya PDK Îranê derheq bi zêdetirbûna îdama girtiyên siyasî Daxûyaniyek bilav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Civatên xelkê mafxwaz ên Kurdistanê!

Kom û komeleyên mirovhez ên berevankarê mafê mirovan!
Li gorî wan ragehandin û belavokên dezgehên tepeserkar ên Komara Îslamiya Îranê, di du rojên borî de hejmareke girtiyên siyasî ji xortên neteweyên Îranê ji aliyê vê rejîmê ve hatne bidarvekirin, “Riza Îsmaîlî”, “Hebîbullah Gulperîpûr”, girtiyên siyasî ên Kurd li bajarên Urmiye û Selmasê û herwisa 16 çalakên siyasî û ferhengî ên Belûç li bajarê Zahidana parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li rêza wan îdamkiriyan de ne.

Îdamkirina wan girtiyên siyasî di demekê de ye ku di pêvajoyeke dadperwerane û di piroseyeke dadwerî ya rastî, û di çarçoveyên yasayên mafê mirov de lêpirsîn ji wan nehatiye kirin. Pêvajoya îdamê di Komara Îslamiya Îranê de, di rewşekê de, geşekirineke zêdetir bi xwe ve dibîne ku bi hatine ser karê ye Hesen Rûhanî wekî serkomar, hinek kes û alî ew jî li ser sozên piropagendeyî ên navbirî xewna dûrketina rejîmê ji binpêkirina mafê mirovan, baldana bi mafên neteweyên belengaz ên Îranê, û başbûna rewşa jiyan û derbaskirina wan de, didîtin û gazî bo ji rê derxistina bîrûraya giştî û hatine ser karê ya Rûhanî dikirin, herçend şîpela îdam û geşekirina zêdetir ya îdaman di cih de, ne rewa û mehkûm e, lê bi vî halî jî cihê baldanê ye ku dezgeha dadweriya welatekî ku divêt birêveberê yasayê be, bi eşkereyî bêje ku bi tolhildana kuştina çend kes ji hêzên tepeserkar ên rejîmê di pevçûneke çekdarî de, 16 girtî ku çend sal e li ber destê wan û di girtîgehên wan de ne, îdam dike. Kiryarek ku ji bilî Komara Îslamiya Îranê û dezgeha vê ya dadwerî ji destê çi welat û deshilatekê nahê, û eva jî dihariya serkomarekî ye ku banga vê dikir ku ew kesekî nizamî nine û yasanas û yasazan e. Di rastî de ên ku banga xapandinane bona guhertinan bi destê Rûhanî dikirin, divêt çi axavtinek bo malbatên wan şehîdan û bo bîr û raya giştî hebin, û bo vê kiryara dijîmirovî, wê çawan hêcetan bînin. Dîhar e ku pêla îdaman û geşekirina vê xelkê Îranê bi giştî girt, û di vî warî de, di rapora Ehmed Şehîd raportnêrê taybetî ê mafê mirovan a NY bo Îranê nîgeranî hatiye eşkerekirin, li gorî serjimêriyên ber dest di heyamê salek berî niha de heya niha 537 kes li Îranê hatine îdamkirin, ku li çav salên borî bi awayekî berçav zêde kiriye. Siyaset û kiryarên dijî mirovî ên Komara Îslamiya Îranê her bi îdama girtiyên siyasî li Kurdistanê de berteng nabe, û bi awayekî din jî xortên Kurd qurbanî dike, her wekî çend rojan berî niha bû ku çen nûciwanên Kurd li Merîwanê bûne goriyê mînên çandî ên rejîmê û giringînedan bi derxistina wan mayînan (mînan) ku rojane ji xortên Kurd qurbanî dike. 
PDKÎ tevî şermezarkirina girtiyên siyasî nîgeraniya xwe derheq geşekirina zêdetir ya îdaman eşkere dike, û digel malbatên wan hevderdirê dike, herwusa daxwazê ji bîr û ra ya giştî û civaka cîhanî û kom û komeleyên mirovhez dike, ku bi eşkerekirina nerizayetiyê ji wan hemû îdaman û bi armanca zextxistina bo ser Komara Îslamiya Îranê di pêxema ragirtina vê pêvajoyê hewla xwe bêxne kar, bona parastina mafên mirovan, û dijî cînayet û kuştarê pêngavan hilgirin, bi taybetî ku niha tirs li ser canê komek ji girtiyên siyasî ji xortên neteweyên Îranî, bi taybetî mafxwazên Kurd di holê de ye.


PDKΠ
Deftera Siyasî 
05. 08. 1992
27.10.2013