Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya hevbeş a PDK Îranê û Kolemeya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê

21:16 - 28 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê li dor piştevanî ji rizgarkirina canê “Mihemedsidîq Kebûdvend” çalakê mafên mirovan.

Teqa daxuyaniyê bi awayê jêr de ye:

Hevnîştimaniyên birêz!
Civatên xelkê Kuridstanê
Korr û civatên mirovhez!


Pêtirî 5 salan e çalakê mafên mirovan yê Kurdistanê birêz “Mihemedsidîq Kebûdvend” bi tawana piştîvanî ji maf û azadî û buhayên mirovî ji aliyê rejîma îslamî a Îranê ve di girtîgehê de hatiye sekinandin û teha di rewşek dijwar a cesteyî û derûnî de jî îzna mirexesiyên nedane navbirî û rê bi wî nehatiye dayîn û kurê nesax yê xwe bibîne. Seba vê yekê jî heyamek e gireva birçîbûnê girtiye û bi vî awayî dûr nine ku bi sedema bê buhabûna canê mirovan ji aliyê karbidestên rejîmê ve, ew çalakê mafên mirovan li gel metirsiya pêtir û qerebûnekirî berbirû be.
Em weke Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina riftara dijî mirovî a Komara Îslmaî a Îranê li derheq girtiyên siyasî û çalakên mafên mirovan di Îranê de, daxwaz ji gişt alîgirên mafên mirovan, parêzerên kerameta mirovan, korr û civatên navnetewî û piştîvanên mafên mirovan dikin bo rizgarkirina canê “Mihemedsidîq Kebûdvend” û azadkirina navbirî hewl bidin. Bi vê boneyê ve gişt riyên guncav bigrin ber xwe bo givaşxistine ser Komara Îslamî a Îranê di pêxema wazanîn ji bêhurmetîkirin bi kirameta mirovan, îşkence, azar û di metirsîxistina canê girtiyên siyasî.
Bi hêviya hewlên berdewam di vê pêxemê de

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistanan Îranê

28’ Hezîrana 2012’an a Zayînî
8’ Pûşpera 1391’an a Rojî