Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Polîbîroya PDKÎ li derheq êrîşa Dewleta Îslamî bo ser Kobanê

14:41 - 20 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bo ser Kobanê û derdora wê, daxûyaniyek bilav kir û kiryara DAÎŞ’ê bo ser Kobanê protesto kir.

Deqa daxûyaniyê bi wî awayê ye:

Piştî şikesta Dewleta Îslamî li herêmên Kurdistana Başûr û lêjkirina pêgeha wan ji aliyê Hêzên Pêşmerg yên Kurdistanê ve, terorîst û cinayetkarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) eva du roj e ku êrîşên xwe bo ser Kobanê û derdora wê, di Kurdistana Rojava de çirtir kirine. Di encama êrîşên wan terorîstan de, bajarê Kobanê di gel rewşeke tewaw ne asayî berbirû bûye, û gundên derdora wê ketine ber reftara hovane ya wan cinayetkaran.

Di encama vê rewşê de heya niha zêdetir ji 5 hezar kes ji akinciyên vê herêmê neçar mane ku mal û halê xwe bi cih bihêlin, û di rewşeke dijwar de jiyan dikin. Bi dirêjîkêşana vê êrîşa hovane wisa dixûye ku rewşa xelkê vê herêmê ji vê hindê jî aloztir pirr metirsîdartir be.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî şermezarkirina êrîşa Dewleta Îslamî bo ser Kobanê, ew qasê hevsozî, hevxebatî û piştevaniya xwe bo xelkê vê herêmê eşkere dike, û daxwazê ji wan dewlet û aliyan dike ku sînorên xwe bi rûyê awareyan de vekin û erka xwe ya mirovî bi cî bînin.

Deftera Siyasî daxwazê ji hêzên siyasî yên Kurd di Kurdistana Rojava de dike, ku di vê rewşa hestiyar de ku berbirûyê xelkê Kobanê bûye, bi dil û can yekîtiya xwe biparêzin, û pêkve berbirûyê terorîstan bibin. Erka li ser milên hemû xelk û rêkxirawên Kurdî ye ku alîkariya xelkê aware yên Kobanê û derdora wê bikin.

Herwisa daxwazê ji NY û tewahiya kom û komeleyên mirovdost dike ku erka xwe ya mirovî di vî warî de cî bi cî bikin, û bi hawara awareyên bajarê Kobanê û derdora wê de herin, ku bûne armanca kiryarên terorîstî yên dewleta Îslamî (DAÎŞ).

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê - PDKÎ
Deftera Siyasî
19’ê Îlona 2014’an