Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Polîtbîroya PDKÎ bi hinceta 25’emîn saleya terora Dr. Qasimlo

16:25 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Eebdulrehman Qasimlo û hevalên wî daxûyaniyek rû li civatên xelkê Kurdistanê bilav kir.
Deqa Daxûyaniyê bi wî awayê ye:

Hemwelatiyên rêzdar!

22’ê Pûşpera evsal 25 sal bi ser terorkirina rêberê navdar ê Kurd û rûçikê demokratîk ê rastîn, û sekreterê berê yê PDKÎ re derbas dibe.

Dr. Qasimlo roja 22’ê Pûşpera sala 1368’an (13.07.1989) li bajarê Viyen, paytextê Nemsayê, û di dema rûniştina di gel şandeya Komara Îslamî ya Îranê de, ku bi berçav bona baskirina ji çareseriya pirsa Kurd li Îranê, çûbûne Viyenê, ji aliyê wan dîplomat-terorîstan ve, di gel kak Ebdulla Qadirîazer nûnerê PDKÎ li derveyî welat, û Dr. Fazil Resûl kurdê başûr hate şehîdkirin.

Bi şehîdkirna Dr. Qasimlo demokrasîxwaan, demokrateke rastîn, û tekoşerekî pêdagir yê riya azadiyê ji dest dan, û azadîxwazên Îranê jî siyasetvan û kesayetiyeke jîr û zana ji wan hate standin, û neteweya Kurd ji hebûna rêberekî hilkevtî yê îroyî, û xwedî bîr û hizreke pêşkevtinxwazane, û PDKÎ ji serkirdeyekeî şareza û rêberekî kêm mînak hatin bêparkirin, û bi vî rengî tevgera Kurd li Kurdistana Îranê, birîneke din hilgirt, û tevgera demokrasîxwaziyê di Îranê de, derbeke giran lê ket.

Dr. Qasimlo her bi vê bîr û bawer û hizr û tekoşîna ku hebû her di destpêka ji rê derxistina şoreşa gelên Îranê ji aliyê axûndan ve, û avakirina Komara Îslamiya Îranê, bû armanca tîr û tîxa terorîzma vê rejîmê. Dr. Qasimlo û partiya wê, PDKÎ û xortên neteweya Kurd di vê referandoma ne demokratîk de beşdarî nekirin, ku rê ji bo hatina ser kar, ya Komara Îslamî xweş dikir, û Dr. Qasimlo xatircem bû ku bi hatina ser kar ya rejîmeke îdeolojîk ya paşvemayî tu yek ji armancên demokratîk ên neteweyên Îranê, ne tenê cîbicî nabin, belkû riya hewildan bo cîbicîbûna wan dijwartir dibe. Helwestek ku niha Kurd zêdetir şanaziyê pêve dikin. Herwisa di gel vê ku Dr. Qasimlo bo nûneratiya Meclîsa Xibrigan li parêzgeha Urmiyê hate hilbijartin, lê bi gefxwarina Xomêynî riya beşdariya di vê meclîsê de jê hate standin, û her wê demê, êdî boçûna rêberên rejîma Îranê û bi taybetî şexsê Xomêynî li hemberî Dr. Qasimlo eşkere bû. Herwisa:

- Dr. Qasimlo pêdagirane ji bo demokrasiyê tekoşîn dikir, tiştek ku di gel felsefeya wilayeta feqîh yek nedigirt. Dr. Qasimlo bawerî bi wekhevî û mafê wekhev yê di navbera jin û mêran di nava civak û malbatê de hebû, ku bîr û hizreke weha di gel boçûna paşvemayî û dij bi mafên jin di Komara Îslamiya Îranê de netebahî hebû û heye.

- Dr. Qasimlo vejîner, û rêberê partiyeke pêşkevtî û mafxwaz ê Kurd weke PDKÎ bû, ku li dijî kevneperestî û stemê xebat dikir, û di nav civaka Kud de, xwedî pêgeh û nifûzeke taybetî bû, ku ev jî bo Komara Îslamiya Îranê, bi vê bîr û hizra teng û tarî ve, cihê qebûlkirinê nebû.

- Dr. Qasimlo alîgirekî pêdagir yê mafê mirovan bû, û rêz ji mirov û mafên mirovan re didanî. Mirovek ku ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve ne nirx heye, û ne maf, û ji bilî guh bi fermaniya wan, mafek din tuney.

- Dr. Qasimlo siyasetvanekî xwedî exlaq û dîplomateke jîr bû, zimanzanekî jêhatî û xebatkarekî bi bandor bû. Bawerî bi mafê neteweyên Îranê her weke neteweya Kurd hebû. Di pêvajoya xebatê de, ji emrazên kêrnehatî bo gihîştina bi armancên pîroz mifah wernedigirt, li dijî teror û pêkanîna tirsê, û mirovrevandin û kiryarên bi vî rengî bû. Hewla lihevnizîkkirina demokratên dijberên Komara Îslamî dida. Ew taybetmendiyane hekî ratsiya xemilîn û nasîna rûçikê rastîn ê Dr. Qasimlo bûn, lê wan teybetmenidyan ji dîtingeha Komara Îslamî ve Dr. Qasimlo kiribûn astengeke hesinîn li ser riya bidetsveanîna hemû armanc û pirogramên serberedayiyane û na demokratîk, û dijî mirovî ên vê rejîmê, lewra Dr. Qasimlo armanca tîxa terorîzma vê rejîmê bû. Herçend rejîmê hertim pîlan ji bo jinavbirina Dr. Qasimlo û partiya wî hebû, lê pîlanên rejîmê li dijî Dr. Qasimlo, li Kurdistanê, û di nava xelkê xwe û pêşmergeyan de tu carî serkevtî nebû. Mixabin li derve û bi hêceta gotûbêjê li Nemsayê de, derfet jê standin û pîlana terorkirina navbirî cîbicî kirin.

Her demekê ku bas ji terorkirina Dr. Qasimlo tê kirin, helwestên ne hêja, û dûr ji pirensîpên welateke demokratîk weke Nemsayê xwe nîşan dide, ku dewleta wê demê ya wî welatî, pêşiya karê dadgehê û dosiyeya vê terorê girt, û di pêxema berjewendiyên demkî, û madî û têdîtinên siyasî de, xwîna rêberê herî naskirî yê demokrat gorî kirin, eva jî di demekê de ye ku belgeyên terora li Viyenê gellek rohntir û eşkeretir ji wan belgeyan in ku dezgeha dadweriya Alman di terora Mîkonosê de, li ber dest hebûn.

Dr. Qasimlo yekemîn qurbaniyê terorîzma Komara Îslamiya Îranê û dawiya vê terorê nebû, jiber ku piştre hejmareke berçav ji kesayetiyên Îran û Kurd hatin terorkirin, lê em dikarin bêjin ku dewleta wê demê ya Nemsayê di domandina kiryarên terorîstî yên Komara Îslamiya Îranê de, bi awayekî nerasterast dest hebû. Jiber ku hekî dezgeha dadweriyê ya Nemsayê, ew serbixweyî û wêrekiya dezgeha dadweriya Almanyayê hebûya, renge em bînerê wan teroran nebûnaya, ku piştî terorkirina Dr. Qasimlo hatin encamdan, ku yek ji wan Dr. Sadiq Şerefkendî bû.

Di 25’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de pirsyar ev e ku gelo Komara Îslamiya Îranê, bi terorkiirna Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û tekoşerên din ên PDKÎ, şiya bigihîje armancên sereke ên xwe, wate nehêlana tevgera xebata Kurd di Kurdistana Îranê, di pêxema cihgirbûna demokrasî û mafê neteweyî, û şûştina bîr û hizra pêşkevtinxwazane, ya Dr. Qasimlo de? Bêguman bersiv “ne” ye. Jiber ku Dr. Qasimlo bi ezmûn û ceribandinên xwe, û cerbekirina tevgerên din, rêberiya takekesî di partiya xwe de ret, û rêberiya bi kom cihgir kir. Wî birêvebiriyeke serdemiyane bo birêvebirina partiya xwe, û serxwebûna siyasî di partiya xwe de cihgir kir, ku bi jidestdana rêberekî herçend bi bandor, bikare xwediyê rêberiya xwe be, û bîr û baweriyên Dr. Qasimloyê nemir zêdetir ji her demeke din, rastî û rewayiya xwe selimandine, û roj bi roj zêdetir geş dibin, û partiay Dr. Qasimlo, di parastina vê rê û şopê de, pêdagir, û her li ser vê riyê dimeşe, û nîşan daye ku birîna jidestdana rêberên xwe hildigre, lê nakeve ser çokan.

Civatên xelkê Kurdistanê serbarê zext û serkut û girtin û heya îdama azadîxwazên Kurd, niha jî hilgirê bîr û hizra Dr. Qasimlo ne, û hezkirina Dr. Qasimlo zêdetir, û pêgeha partiya wî, di cihê xwe de ye, û di rastî de Dr. Qasimlo di bîr û bawerê de zindî ye. Lê Komara Îslamiya Îranê, di heyama van 25 salan de, zêdetir naweroka kevneperestane û bîr û hizra paşvemayiyane ya wê bo bîr û raya giştî û xelkê Îranê hatiye selimandin. Her demekê û di her cihekî de, bas ji tevdanîkarî, destêwerdana di nava karûbarê welatan bi taybetî di herêmê de, teror û piştgiriya ji terorîzmê, binpêkirina maf û jêhelçûna rêjeya îdaman tê kirin, qala vê rejîmê tê kirin.
Herwis ew yek jî eşkere bûye ku guhertina di mohreyên rejîmê de nekariye û nikare tu guhertinekê bi qazancê xelkê Îranê û mafên wan pêk bîne, jiber ku ya ku di siyaset û kiryarên vê rejîmê de tê xûyakirin çavkanî ji bîr û baweriyên paşvemayî yên vê rejîmê ve werdigrin, û hilgirê guhertinan nînin. Lewra yên ku her carê û bi hêcetekê hez kirine ku rûçikek reformhilgir bidin vê rejîmê, û bidin mohreyên wê, niha piraniya wan hatine ser vê baweriyê ku ew rejîma reformhilgir nine. Gelo Hesen Rûhanî deriyek ji bo xelkê û mafên wan, bi kilîda xwe ya piropagendeyan vekir, yan jî berevajî kilîda nermî ji xwe nîşandan, û xwe şikandin li hemberî derve de, ew jî li jêr zexta dorpêçên aborî de, vekir, û hevdem rêjeya girtin, îdam û zexta bo ser xelkê di navxwe de jêhel bir. Dîtingeha derve li ser rejîma Îranê her çi be, çavkanî ji berjewendiyên wan ve werdigre, û berdewamiya li ser xebta li dijî vê rejîmê jî di navxwe de, di berjewendiya netweyên Îranê û demokrasîxwazên Îranê de ye.

Di rewşa niha de, ya ku pêwendiya wê bi neteweya Kurd ve heye, bi xweşî ve berevajiyê hezkirina Komara Îslamya Îranê, xebat gelê Kurd ber bi pêş ve diçe, û di beşek ji perçeyên Kurdistanê de, ji haşakirina ji hebûna neteweya Kurd û mafên wê ve, ber bi baskirina ji şêweya bidestveanîna mafên wê li her perçeyeke Kurdistanê pêngav hilgirtiye, û pirsa Kurd di asta cîhanî de, zeqtir û micidtir hatiye pêş. Di rewşeke bi vî rengî de, hewce ye ku palpiştîkirin û yekgirtin û yekrêziya Kurd, bileziyeke zêde bide vê pêvajoyê.

Hewce ye ku Kurd di Kurdistana Îranê de jî, ber bi yekgirtina hewce bo xebata li dijî rejîma Komara Îslamiya Îranê ve pêngavan hilgirin, û xwe amade bikin da ku bi kiryar vê yekê bi dest bixin ku Dr. Qasimlo hem derheq her çar perçeyên Kurdistanê, û hem jî derheq Kurd di Kurdistana Rojhelat, û azadiya Îranê hêvî û xweziya wî bû, û hewil jêre dida. Ew erka hekî hemû demekê hewce bû, di rewşa niha de, ku herêma Rojhelata Navîn aloz û pirr kêşe ye, û bûye qada rikeberiyên siyasî, aborî, û Komara Îslamî jî bi awayekî micid bi piştevanîkirina ji deshilatên ne demokratîk, û destêwerdana di Îraqê de, û geşkirina agirê şerê mesebî di herêmê û bi taybetî di Îraq, Lubnan, Sûriye û...hwd de, hewla aloztirkirin û ne ewlekirina zêdetir dide, gellek hewce ye.
PDKÎ partiya Qazî, Dr. Qasimlo, û Dr. Şerefkendî, di 25’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimloyê nemir de, li ser domandina rê û şopa vî rêberê mezin pêdagiriyê dike, û heya bidestxistina hêvî û bîr û boçûnên wî, pêdagirane li ser xebat û tekoşînê berdewam dibe, bi taybetî ku niha di asta navneteweyî de hatiye naskirin û di her rewşekê de, xelkê Îranê û xortên neteweya Kurd û heya cîhana derve jî hisabeke taybetî bo Kurdan dikin, û PDKÎ jî bi van taybetmendiyên ku hene, dikare çavnihêrê piştevaniya siyasî, û me’newî ya hemû azadîxwaz û demokrat û alîgirên mafên mirovan be.

-Di 25’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimloyê rêber de, em yad û bîra vî rêberê nemir bilind radigrin, û rê û şopa wî, dê berdewam çiraya riya xebata me be
-Zindî û geşman bo baweriyên pêşkevtinxwazane yên Dr. Qasimlo
-Serkevtin bo PDKÎ, partiya Qazî, Qasimlo û Şerefkendî

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
20.04.1393
11.07.2014