Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ spasiya xelkê Kurdistanê kir

21:22 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ di daxûyaniyekî de serbarê amaje bi zext û givaşên rejîmê, bona rêgirtin ji birêvebirina gireva giştî ya roja 22’ê Pûşperê, spasa helwêst û kiryara xelkê Kurdistanê kir ku, bê guhdan bi zext û givaşên rejîmê, dengê dijatîkirina xwe digel terorîzma Komara Îslamî ya Îranê bilind kirin, û pêşwazî ji berfirehtirkirina xebatê û bihevregirêdana xebata çiya û bajar kirin.

Eva deqa daxûyaniyê ye:

Piştî bangewaza Komisyona Teşkîlat ya PDKÎ û daxwaza ji civatên xelkê Kurdistanê, bi merema encamdana kiryareke nerazîbûnê ya berfireh û giştî, di roja Sêşemî berwarê 22’ê Pûşpera îsal, 27’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo, bona mehkûmkirina terorîzma Komara Îslamî ya Îranê, û nîşandana bêzariya xwe ji rejîmê, û herweha ducarîkirina wefadariya xwe bi rêbaz û siyasetên Hizba Qasimlo, û ji vê jî zêdetir bi mebesta pêşwazîkirina ji berfirehtirkirina xebatê û bihevregirêdanba xebata çiya û bajar, rejîma Komara Îslamî bona rêgirî ji hereketekî weha, weke berê dest avête gefxwarinên curbicur li xelkê, û bitaybetî kasibkaran, û ji rêya dezgehên Îtila’atî, Spaha Pasdaran, odeya bazirgan û esnafan (xwedî pîşeyan) û, hewl da ku xelkê Kurdistanê di bin zext û givaşê û zor û gefan de bersiva erênî nedin vê bangewazê. Lê civatên xelkê Kudristanê serbarê hemû van gefxwarinan û milîtarîzekirina rewa bajaran, bi berçavgirtina nirx û bihayê encamdayîna hereketek bi vî rengî, bersiveke erênî û hêjayî xebatkarbûna xwe, dane bangewaza PDKÎ, û misteke bihêz li ser sîngê rejîmê û dem û dezgehên wê dan.

Wan bi daxistina dukan û bazar û neçûna bo ser kar, û berçavgirtina biryarên PDKÎ di vê derheqê de, wekî salên pêşîn nîşan dan, ku ne tenê li ser bîr û baweriyên xwe, û daxwaziyên xwe yên siyasî û bingehîn pêdagir in, belku herwisa palpiştê bihêz ê PDKÎ ne, û wan selimand ku gefxwarinên Komara Îslamî ya Îranê ji xwe dûr xistine, û li ser vê baweriyê ne ku ew tirs dibe bo hertim bê rijandin (verewandin). Lewra roja Sêşemiyê (22’ê Pûşperê), hemû aliyekî nîşanên cesûrî û çavnetirsî û xebatkarî û xweragiriya civatên xelkê Kurdistanê di nava mij û dûmana gef û gurr û zext û givaşên rejîmê de, bi bilindî dît, û hemû aliyek jî xatircem kirin, ku bajar deng û peyama çiya bihîst, û bi dil û can wergirt, û hemû şêweyên xebata rewa hevdu himbêz kirine.

Ev hişyariya siyasî pîroz be li civatên xelkê Kurdistanê

Xortên netewa Kurd!

Xelkê birîndar û mafxwarî yê Kurdistanê!


We bi cesûrî û çavnetirsiya xwe di roja 22’ê Pûşperê, 27’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo de, him misteke bihêz li ser devê rejîma terorîst û terorîstperwer ya Komara Îslamî ya Îranê xist, û him jî we wefadariya xwe bo rêbaza Qasimlo û siyaset û biryarên hizba xwe, wate PDKÎ ducarî kir, û him jî bi girîng nirxandina bihevre girêdana xebata çiya û bajar, bersiveke guncaw gihande guhê dost û dujminan, û mizgîniya vê yekê, we da ku, di pêşerojê de bajarên Kurdistanê pitir ji berê, wê bibin çepera xebat û berxwedana rewa di şikl û şêweyên curbicur de.

We nîşan da ku xebata di pêxema gehîştin bi mafên demokratîk û netwî ên me de, erkê yek bi yek ji xelkê Kurdistanê ye, û we selimand ku bi yekdengî û yekhelwêstiyê, em dikarin bi ser dujmin û neyarên Kurdan de serkevin, û pîlanên wan yên curbicur pûç bikin.

Bitaybetî hevdem digel pêşwaziya bajarên Kurdistana Rojhilat, xortên Kurdan li welatên derve û di beşên din ên Kurdistanê de, bi birêvebirina meşên nerazîbûnê û rêûresmên taybet, dengê xwe bilind kirin û pêngavên hewce di vê derheqê de avêtin.

Rêberiya PDKÎ ev gireva berfireh û berçav ya we, serbarê pîrozbayî û pêzanînê, bilind û bibandor dinirxîne, û weke despêkekê bona xebatek berfirehtir li seranserî Kurdistanê dinêre, û her weke berê bi piştevanî û piştgiriya civatên xelkê Kurdistanê, piştqahîm e.

Careke din spas û pêzanîn bo endam, alîgirên Hizbê û hemû azadîxwazên Kurd li Kurdistana Rojhilat, ku bi awayekî berçav peyama Hizbê gihandin, û herweha bi boneya pişikdariya di gireva giştî ya bicih û bibandor, ya roja Sêşemî 22’ê Pûşpera îsal.

Berdewam û yekgirtî be, berxwedana xelkê Kurdistanê
Bibandortir be, xebata lihevdu girêdana xebata çiya û bajar.

Biser keve, xebata hemûyan di pêxema gehîştin bi hêvî û armanca şehîdan, û maf û azadiyên xelkê Kurdistana Rojhilat.

PDKÎ
Deftera Siyasî

23’ê Pûşpera sala 1395’an a Rojî
13’ê Tîrmeha sala 2016’an a Zayînî