Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa axavtina kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di rêûresma 22`ê Pûşperê, 28.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de

21:12 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2017

Hevalên xoşewîst, xûşk û birayên birêz û mêhvanên hêja!

Silaveke germ li we be, û bi xêr bên, bo merasima bîranîna desteyek ji şehîdên Kurdistanê, ku di riya rizgariya nîştimana xwe de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1368`an de, Dr. Qasimlo digel Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî û nûner PDKÎ li Fransayê, digel Fazil Resûl di civînekê de li Viyenê, ku biryar bû bi armanca gotûbêjkirin bo dîtina rêçareyke aştîxwazane bo pirsa Kurd di Rojhilata Kurdistanê de pêk bê, çûbûne wir, lê bi destê kirêgirtiyên rejîma Îranê hatin şehîdkirin.

Ji wê demê ve heya niha hemû salekê em di civîna û semînaran de yad û bîreweriya wan şehîdan bilind radigrin. Pêwîst e ku ez vê yekê jî bas bikim ku di rastî de çi roj û mehek di salê de nine, ku komeke têkoşerên me di berberekaniya digel hêzên rejîma Tehranê de, jiyana xwe di riya nîştimana xwe de ji dest nedabin. Meha Pûşperê jî her yek ji wan mehan e. Li ser îzna we, berî vê ku ez çend gotinan li ser mezinahî û bandora Dr. Qasimlo di PDKÎ de bas bikim, ezê awirekê li şehîdên Pûşperê bidim. Li 24`ê Pûşpera sala 1378`an de hevalê têkoşer Seyîd Selam Ezîzî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ bi nexweşiyeke ji nişkêve li riya nîştiman û hizba xwe de şehîd bû, ku navbirî yek ji endamên rêberatiya PDKÎ bû ku her piştî destpêkirina cardin ya xebatê piştî rejîma paşatiyê, tevlî refên PDKÎ bû, û heya dema şehîdbûnê jî, bê rawestiyan bo ber bi pêşvebirina karûbarên hizbê kar û fedakarî kir.

Xeynî vê yekê, di meha Pûşpera par de desteyek ji pêşmerge û kadrên me ên têkoşer, di xebatekê de, ku li Rojhilat bi xebata Rasana Rojhilat bi nav kirine, li gellek ciyan û li kûrahiya welat de canê xwe ji dest dan. Rijiyana xwîna van şehîdên me, xwîneke nû di nava demarên tevgera Rojhilata Kurdistanê de xiste hereketê, ku heya niha jî ew hereket di nava kadr û pêşmerge û hemû welatparêzên Kurd li her beşeke Kurdistanê de bandora wê diyar e.

Em li vir kom bûne da ku cardin emegdariya xwe nîşanî hemû fedakarî û qehremanetiya wan nîştimanperweran bikin, ku di riya azadiya gel û hizba xwe de jiyana xwe gorî kirin. Silav li canê pak ê wan û malbatên wan.

Derheq şehîdkirina Dr. Qasimlo de, di vê heyamê de, gellek mijar û pertûk hatine nivîsandin, û gellek kesayetiyên siyasî û ayînî û nîştimanperwer li ser axivîne, û di cihê xwe de ye ku heta zêdetir jî li ser qise bê kirin, lê niha ku dem nine, ez dixwazim ku li ser yek ji taybetmendiyên wî qise bikim ku kêmtir bas lê hatiye kirin, û her bixwe jî cihê jê fêrbûnê ye, her wekî ku hûn bixwe dizanin ku tekoşîna siyasî ya Dr. Qasimlo ji wê demê ve ku ciwanek bû di partiya Tûde de dest pê kir ku di salên 40`î de di Îranê de pêk hat, û hizbeke pêşkevtî bû, û karî hêzeke mezin ji Îraniyan li dewra xwe kom bike. Dr. Qasimlo karê xwe yê siyasî di vê hizbê de dest pê kir.

Wê demê ew baweriya ku di nava Îranê de hebû, zêdetir ew bû ku ew hizba ye ku dikare hejaran û kedkaran û neteweyean li jêr destê koletiyê rizgar bike. Dr. Qasimlo jî her bi vê niyetê ve di wir dest bi tekoşînê kir, ji Yekîtiya lawan de dest pê kir û li heyama 10 salan de karî bibe kadrekî naskirî ê wê hizbê, lê ew kêşeyên ku di hizba Tûde de dest pê kirin, û çarenûsa gelê Kurd tê de tarî bû, û girêdayî bi Soviyetê bû, bi taybetî di dema kûdetayê de, ku hemû xelk çavnihêr bûn ku Dr. Musediq hikûmeteke gelî û demeokrat pêk bîne, lê piştgiriya Soviyetê û hizba Tûde li jêr bandora Soviyetê de, bû sedema vê ku kûdeta şikestê bixwe, û hejmarek ji Tûdeyiyan di arteşê de bêne îdamkirin. Gellek bûyer rû dan, û piştre Dr. Qasimlo çû Çikisliwakiyê. Êrîşa arteşa Sor û têkdana buhara Piragê bandoreke wisa li ser Dr. Qasimlo hebûn. Dr. Qasimlo ku hez ji azadî û demokrasiya gelan dikir, lê dema ku dît di şeveke dê hêzên Soviyetê ji tankên xwe hatin xwar û buhara Piragê têk dan, bandor li wî kir. Ew yek hemû, cihê pirsyarê bûn bo Dr. Qasimlo. Lewra Dr. Qasimlo hate ser vê baweriyê ku rêbaza xwe ji Tûde cuda bike, ku niha tenê digel çend kes ji endamên PDKÎ ku piştî rûxana Komarê ji hev dûr ketibûn, hewl da ku hizbeke neteweyî û demokrat û pêşkevtî û serbixwe ava bikin, li wir ve kar û tekoşîna wan di hizba Demokrat de dest pê dike. Di buhara sala 1953`an de rasterast di teşkîlata hizba Demokrat de beşdar kiriye. Ji wê demê ve heya şehîdbûnê, Dr. Qasimlo yek ji rêberên herî bibandor û xwedî hizr û bîr ê Hizba Demokrtat bûye.

Yek ji taybetmnendiyên Dr. Qasimlo ew bû ku hewl dida ku hizba wî sertopê xebat û tekoşînê li Rojhilata Kurdistanê de be, wî hertim bîr ji vê dikir ku tiştên nû ava bike, di kirîzan de bîr û hizra wî bû ku PDKÎ dibire pêş. Ew li hizra paşeroja hizab xwe û civaka xwe de bû.
Bîr ji vê dikir ku çi bike ku hizba wê sertop û xûya be, û razî nebû bi ya ku heye. Lewra Dr. Qasimlo Hizba Demokrat dike hizbeke pêşkewtinxwaz, û serbixwe, û vê yekê bi awayekî nû di siyaset û nav hizbê de cîbicî dike, û bi danîna bername û peyreweke nû di wê serdemê de, di nava PDKÎ du boçûn li dijî hevdu hebûn, yek nasyonalîzma tenghizr bû ku ji bilî Kurd çi tişteke din nedixwast, û aliyekî din paşmayiya fikra Tûdeyî bû û dixwast Soviyet çi dibêje ew yek bê cîbicîkirin, û Dr. Qasimlo hewl da ku bandorê danê ser vê şaşiyê, û zêdetir ji deh salan bo vê yekê kar kir, û di encam de kurte basek li ser sosyalîzmê anî berbas, û di kongireya şeş de da pesendkirin, bona vê ku hizba Demokrat ji rasta Îfratî ve heya çepa Tûdeyî bike hizbeke demokrat ku li ser piyê xwe bisekine, û di pêxema azadî û demokrasiyê ya gelê xwe de kar bike, ew xebata ku Dr. Qasimlo dest pê kir, xebateke teorî-siyasî bû, û gellek neyar li nav Hizba Demokrat de li dijî xwe çê kirin, hinek ser vê baweriyê bûn ku Hizba Demokrat dev ji sosyalîzmê berdaye, û ber bi rast ve diçe, ji aliyê din ve hilgirên fikra nasyonalîzma tenghizr fikir dikirin ku Dr. Qasimlo li biyavê fikra Tûdeyiyan de kar dike, heya di kongireyekê de ku sosyalîzma demokratîk hate pesendkirin, tenê bi cudahiya yek-du dengan hate pesendkirin, û piştre jî bi dehan kesî ji kadr û pêşmergeyan ku fikir dikirin sosyaîzm Hizba Demokrat ji rêya xwe dûr dixe, hizba me bi cih hêlan. Heya piştre navbirî lîsta fîks anî gorê, ku ew jî bû kêşeyeke din, û kirîzeke din çê kir, lê Dr. Qasimlo bawerî bi vê yekê hebû, û ew yek gehande pesendê.

Di vir de ez dixwazim ku vê yekê bêjim, dema ku Dr. Qasimlo digihîşte vê qena`etê ku bo berberekaniya digel rastrewî û çeprewiyê îdeyên nû û mîkanîzmeke nû bîne gorê, hemû şiyana xwe bi kar dianî û ji karşikêniyan û tohmetan neditirsiya. Li wir de naxwazim ba sji vê bikim ku gelo hemû ew karê ku wî ji bona rohnîkirina pêşeroja Kurd dikrin, çiqas serkevtî bûn, yan ne. Lê Dr. Qasimlo di hemberî kêmasiyan de bê helwêst nebû, û fikir dikir û rêçare ditîn bo çareseriya kirîzan û hewl da nerohniyan di nava Hizba Demokrat de rohn û zelal bike. Heya dixwazim ku vê yekê bêjim ku qebûlkirina gotûbêjê digel rejîma Îranê li pêxema vê pirsê de bû. Niha hekî kêmtirxemî di gotûbêjê de hebûye, eva pirseke din e, û eva girîngiya vê pirsê kêm nake, lê wî bo rohnkirina pêşeroja gelê Kurd û Hizba Demokrat pê danî vê qadê de. Lê Rejîma Îranê ji vê niyeta pak mifaha xirap wergirt. Rejîmek ku tu wefa bo tu tiştî nine. Bala xwe bidnê, ku ji bilî Îraniyan di mêjûya Îraniyan de, kêm heye ku du alî bo jinavbirina hev, ji maseya gotûbêjan mifahê wergirin, û Dr. Qasimlo di vê meydanê de feda bû. Di warê dijminatîkirina digel gelê Kurd û wêrankariyan, me gellek tişt li ser cinayetên Sedam dîtine. Heta sedam Husên di civîna gotûbêjan de, qet ji vê pîlana qirêj mifah wernegirtiye. Çengîz Çandar ku yek ji rojnamevan û siyasetvanên naskirî, û dostê Kurdan e, li pirtûka xwe ya bi navê “Şemendefera Mezopotamiya” bas ji rûdawekê dike ku vê gotina min piştras dike, ew bas ji vê dike ku dema Sedam rûxa, Noşîrwan wekî nûnerê YNK`ê di meclisa hukim de beşdar dibe, û Çandar gel hin ji hevalên xwe bo heyama çend rojan li wir dimînin wekî mêhvanê Noşîrwan. Ew bas ji vê dike ku, Noşîrwan gotiye wî, ku ew apartoman û ew ode bixwe dîrokek taybetî heye. Di sala 1984`an de dema ku bo yekem car heyeta YNK`ê hatibû bo gotûbêja digel Sedam Husên, û em nêzî lihevkirinê bibûn, rojekê Sedam Husên hat, û her li ser vê kursiyê ku tu li ser rûniştî yî, rûnişt, û rû li me kir û got, gelî hevalan ez daxwaza lêborînê ji we dikim ku êdî ji vê zêdetir ez nikarim digel we gotûbêjê bikim, jiber ku Turk hatine û gotine me, hekî hûn van gotûbêjan bigehînin encamê, em nikarin qebûl bikin, hekî vî karî bikin, emê boriyên petrolê ku diçin bo Yûmûrtalikê, emê wan qut bikin, Sedam Husên got, gelî birayan, em nikarin şerê Tirkan bikim, lewra em neçar in ku gotûbêjên xwe li wir bi dawî bînin, piştre Sedam her li wir biryar da, ku çendîn kes ji karmendên Îstixbaratê digel heyeyta Kurdan wan hevrêtî bikin heya ku herêma li jêr deshilata wan, bi cih bihêlin. Noşîrwan piştre got ku em çûne cihê xwe, û agirbes bi dawî hat, û me şer dest pê kir, û eva şêweya reftara Sedam bû digel heyeta Kurdan ku bi salan bû bi hev re şer kiribûn, û bi hezaran kesî ji hevdu kuştibûn.

Di gotûbêjekê de ku bi navbeynkariya Dr. Qasimlo, di navbera Mam celal û Sedam de pêk hat, û heyeta YNK çû Bexdayê, Dr. Qasimlo gote me, ku Mam Celal gote min, gelo ku em diçin Bexdayê bo gotûbêjê, û ez jî bi xwe gel wî dibim, gelo çi zemanetek heye ku em diçin Bexdayê?. Dr. Qasimlo vê pirsyarê ji Sedam Husên dike, û Sedam dibêje Dr. Qasimlo, ku bêje wan, Sedam Husên zamin e. eva bû ku me dît çendîn carî heyetên Kurd û bi taybetî YNK çûne Bexdayê û bi silametî jî vegeriyan.

Ew yek mînak in, dema tu didî berhev, û bas ji exlaq û şêweya kar heta di navbera dîktatoran de dikî, dibînî ku rejîma Îranê heya çi qasî bê exlaq û nizm û bê pirensîp e. Lê niha piştî derbazbûna 28 salan, ku bi ser şehîdkirina Dr. Qasimlo re derbaz dibe, û wan jêve bû ku bi şeîdkirina wî xebata Kurd di Rojhilata Kurdistana Îranê de bêdeng dibe, û hewl dida ku şoreşa Kurd di hemû beşan de rastî şikestê bê, lê em niha şahidê qonaxeke nû û serdemek nû, û pêşveçûneke nû di xebata Kurd di her çar beşên Kurdistanê de ne. Sebarê vê ku dîktatorên wekî Sedam û Pehlewî û Komara Îslamî, me ceribandine. Niha li Bakûr û li Rojava de Kurd germ û gurr e, li Rojhilat xebat bi awayê xwe berdewam e, û li Başûr ku piştî rûxana Sedam Husên Kurdan deshilateke xwecihî ji xwe re ava kirin, lê sebarê hemû dijayetiya rejîma Îranê û neyarên Kurd, niha amadekariyan dikin, ku xelk bixwe qedera xwe diyarî bike ku gelo dixwaze serbixwe be yan gel Îraqê bimîne, û eva mezintirîn kêşeya Komara Îslamiya Îranê ye, û ji hemû neyarên din zêdetir digel vê fikrê û vê hereketê dijayetiyan dike, lê Komara Îslamî ya Îranê digel vê ku hemû van pîlanan bi kar aniye, û dixwaze ku wisa nîşan bide ku qehremaneke serkevtî ye, û di hemû Rojhilata Navîn de dikare ku deshilat û nifûza xwe vegeşîne, lê rastiya wê, ew e ku di beşek zaf ji welatên Rojhilata Navîn de, ji xwe re qofiyek saz kiriye, ku bixwe tê de maye, û mijûl e di nav de hereketa mirinê dike, rejîmek ku xelkê Îranê di destpêkê de, û hemû xelkê cîhanî jî dixwastin ku ew rejîmek be, ku bikare vegere himbêza cîhana pêşkevtî, û bikare ji xelkê xwe re jiyaneke baş çê bike, lê niha ew rejîmeke din e bi bawera xelkê. Hekî li ser vê baweriyê bû, ku dikare piştî lihevkirina became, ji xelkê xwe re ewlehiyê dabîn bike, lê niha fikr û boçûneke din di nava Rojavayiyan de heye.

Ez ji we re bas ji pirsekê bikim ku pêwendiya wê bi vê pirsê ve heye, hemû carê ku min serdana balyozxaneya Amerîkayê dikir, li balyozxaneya Birîtanyayê, min digel berpirsa beşa Rojhilata Navîn hevdîtin pêk dianî. Jineke siyasî û têgihîştê bû. Çendîn demjimêran me bi hev re qise dikir, û wê demê dewleta Obama bû. Wê jî berdewam bas ji vê dikir ku em naxwazin ku destêwerdanê di nava karûbarên welatên din de bikin û hewl bo guherîna Komara Îslamî bidin, wê digot ku em dixwazin siyaseta wê biguherin, ne rejîmê bixwe. Lê min digotê ku tu kesek nikare siyaseta rejîmê biguhere.

Belkû eva ew bûn ku li ser vê baweriyê bûn ku siyaseta wan ew qas rast e ku hemû dunya dibe bê ser siyaseta wan. Cara dawiyê ku ez çûme wir, ew hatibû ber derî bona pêşwaziya ji min, û her berî halpirsînê, got gelo tu niha jî her bîr ji guherîna rejîmê dikî, min jî gotê, belê ez her niha jî dixwazim ku rejîma Îranê biguherim, û her rojekê hûnê jî bêne ser vê baweriyê, lê ew roj wê gellek dereng be, û em her du alî jî, emê nirxeke zaf jê re bidin.

Gelo niha rewş çawa ye, niha Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê bi eşkere bas ji guherîna sîstema rejîma Îranê dike, û rejîma Îranê ku li ser vê baweriyê bû ku dikare cîhanê bixapîne, û xwe bi qurbaniyê destê terorîzm û DAÎŞ`ê bi nav bike, û bo vê yekê gellek pîlan saz kirin, lê niha rejîma Îranê wekî hikûmeteke terorîst û girîngtirîn alîkarê terorîzmê tê nasîn. Di rastî de niha ew xelkê ku mafê xwe nasîne, û amade ne ku jê re nirxê bidin, herçend giran jî be ew nirx, kes nikare wê bixe qedeman.

Niha rejîma Îranê metirsîdartirîn dijminê Kurd û dijminê cihgirbûna aştiyê di navçê de ye, û niha yek ji leyîzên mezin ên Îranê ew e ku DAÎŞ niha lawaz bûye û hêdî-hêdî ber bi lawaziyê ve diçe, vê rejîmê li jêr siya DAÎŞ`ê de karî ku bi vî rengî nifûza xwe zêde bike.

Rejîma Îranê heya emeg bo nêzîktirîn hevalên Xomêynî jî nebûye, û vê yekê em bi çavên xwe dibînin.

Lewra em li ser vê baweriyê ne, ku rejîma Îranê serwe dixwaze xwe bihêz nîşan bide, lê di navxwe ya welat de, bi bawera xelkê Îranê di rewşa herî xirap de ye, û xelkê Îranê nefret ji vê rejîmê heye. Xelk dibîne ku nanê ser sifreya wan dike xercê kirîna çek û fîşek û bombeyan, û xelkê bê tawan ê Sûriye û Yemen û …hwd pê dikuje.

Em li ser vê baweriyê ne ku rejîma Îranê jî wekî rejîmên din ên herêmê herçend ku jêsta şiyan û hêzê bi xwe ve bigre, lê bê guman hêdî-hêdî ber bi jinavçûnê ve diçe, rejîmek ku êdî di hemberî xwesteka xelkê xwe de nikare xwe ragire, û ew yek meztirîn tirsa Komara Îslamiya Îranê ye, û meztirîn dijminatiyê digel xelkê xwe dike, ji bilî siyaseta navçeyî ku em hemû niha dibînin.

Ez hêvîdar im ku em Kurdên Rojhilat û Kurd di hemû beşên Kurdistanê de, em hemû bikarin ji vê derfeta baş ku hatiye pêş, bi nasîna dirust ya dost û dijminên xwe, bi mifahwergirtina ji van guherînên kûr û berfireh ku di navçeyê de têne pêş, di berjewendiya gel û nîştimana xwe de bi kar bînin, ku ruha şhîdên me şad be, û malbatên şehîdên me pê serbilkin bin, û em jî şanaziyê bikin bi vê ku di vê yekgirtinê de, me jî beşek heye. Carek din silavan dişînim bo riha pak ya şehîdên Pûşper û bi taybetî şehîdê serbilin û dîplomatkarê naskirî û têgihîştî û pêgihîştê ê Kurdistanê, silav li hemû şehîdên Kurdistanê.