Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa gotara Mistefa Hicrî di parlemênta Feransê de/ “25 sal piştî Dr. Qasimlo”

14:10 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanemdia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq bi hizra Dr. Ebdulrehman Qasimlo di simînarekê de, li parlemênta Feransê de, gotarek pêşkeş kir.

Deqa gotarê bi vî awayê ye:

Rêzdarno!
Her wek ku hûn hemû agehdar in, 25 sal berî niha, di roja 13.07.1989’an de, heval û hezkiriyê me, rêberê xwedî şiyan ê PDKÎ, û demokrat û azdîxwazê navdar, Dr. Qasimlo digel Ebdulla Qadirîazer, endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Deftera Nûneratiya PDKÎ li derveyî welat, û Fazil Resûl kurdekî Kurdistana Îraqê, hatin terorkirin.

Em jî li vir li hev civiyane da ku ji aliyekî ve, roja vê tal û xemhîner bi bîr bînin û bo careke din jî bêzariya xwe ji rejîma Komara Îslamiya Îranê bi boneya vê kiryara dijî mirovî eşkere bikin, û vê kiryarê şermezar bikin. Ji aliyekî din ve yad û bîra hizra bilind ya Dr. Qasimlo wekî xebatkarekî mandînenas yê biyavê demokrasiyê di Îranê de, û dabînkirina mafê wekheviya neteweyî bo gelê Kurd di Kurdistana Îranê bilind ragirin. Lê ji bilî vê yekê, bo min û hevxebatên min li PDKÎ de, Dr. Qasimlo rêber û hevalekî jêhatî û nûxwaz bû ku bername û rêrewa PDKÎ xiste ser rewteke serdemiyane, û nehêla ku ji riya xwe derkeve. Îde û pirensîpên demokrasiyê, mafên mirovan, û xebat di pêxema azadiya neteweya Kurd de, ji aliyê Dr. Qasimlo ve bi awayekî serdemiyane, di PDKÎ de hate pênasekirin, û bû rênîşanderê xebata PDKÎ, di pêxema armancên xwe de, û heya niha jî PDKÎ li ser vê rê û şopê dimeşe.

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn bi awayekî giştî, serok samaneke zaf bo xwe û jin û zarokên xwe kom dikin, Dr. Qasimlo di dema şehîdbûna xwe de xwediyê tu sermayeyek madî nebû, û çi samanek bo jin û zarokên xwe bi cih nehêla, belkû her çi ku di vê derheqê de kom kiribû, li gorî wesiyetekê ku kiribû, ji aliyê hevjîna wî ve, ku bi Nesrîn xanim hatiye naskirin, radestî PDKÎ hate kirin, û ya ku ji wan re ma, tenê nav û navbangê Dr. Qasimlo û şanazîkirina bi bav û hevjîna xwedî exlaqeke bilind û PDKÎ bû.

Lê bo PDKÎ sermayeyeke mezin ya din bi cih hêla, ew jî komeke hevalên emegdar û mirov dost bû, ku bûne dostên hertimî ên xebata Kurd û PDKÎ. Di nava van hevalan de navê pizîşkên bê sînor “Mêdsîn Dêmond” zêdetir ji hemiyan bo me naskirî ye, ew pizîşkên ku di rojên dijwar ên xebatê de, ku Kurdistan li jêr bombebaran û êrîşa hêzên çekdar ên rejîmê de bû, û heya pizîşkên Kurd jî amade nebûn ku aîkariya wan bikin, bi dehan kes ji wan pizîşkan li jêr sirr û sermaya zivistanê, û heya ji riyên qedexekirî ve, xwe digehandin nav şoreşê, û pêngav bi pêngav di gel pêşmergeyên me, bi hawara birîndarên şer û nexweş û lêqewimiyên Kurd, di gundên dûrdest û herêmên çiyayî de diketin. Bi vî awayî ne tenê canê bi sedan pêşmergeyên şervan ên Kurd, û jin û zarokên pêşmergeyan rizgar dikirin, belkû hebûna wan di nava me de, moraleke bihêz dida me.

Gellek in hejmara yên ku li cem me naskirî ne, û qet em zehmet û tekoşîna wan ji bîr nakin, niha jî ez di vê boneyê de, ez hejmarek ji ên herî naskirî li rex xwe dibînim, hezkiriyên weke Dr. Koşnêr, Dr. Giranjon, Dr. Fêrêdrîk, û...hwd.

Ez di vê boneyê de carek din jî, ji aliyê Partiya Dr. Qasimlo ve rêz digrim ji wan hezkiriyên, ku beşek ji sermayeya mirovî ya me ne, û yadgarê Dr. Qasimlo ne, û gellek kêfxweş im ku careke din xwe di nav wan de dibînim, bona rêzgirtina ji şehîdê me yê mezin.

Hevalên rêzdar!
Di heyama 25 salên borî de, piştî terorkirina Dr. Qasimlo guhertineke mezin bi ser civaka cîhanî de hatiye. Di vî heyamî de neteweyên bindest li her dereke cîhanê, û bi taybetî di Rojhelata Navîn, û yek ji wan Kurd, ku welatê wan ji aliyê çar dewletên herêmê ve hatiye dagîrkirin, hişyarî û zanyariyeke zêdetir bi dest anîne. Lewra xebata xwe bo rizgariya ji destê stema wan hikûmetên dîktator çirrtir kirine, û di welatê Îraqê de bi nemana Sedam Husên neteweya Kurd hikûmeta xwecihî ya xwe pêk aniye, û niha mijûl e ku piroseya demokrasiyê diceribîne, û gihîştiye beşek ji daxwaziyên neteweyî yên xwe. Di Tirkiyê de ku Kurd weke Tirkê çiyayî bi nav dikirin, piroseyeke aştiyê di gerl Kurd pêk hatiye, û Kurd ne tenê weke Tirkê çiyayî nahê hesibandin, belkû bi awayekî azadane nûnerê xwe bo parlemênt û bo bidestvegirtina birêveberiya şaredariyan hildibjêre.

Serbarê vê ku çarenûsa xelkê Sûriyê bi Kurdan ve jî, bi sedema terajîdiyayeke mirovî ku niha di wî welatî de heye, wisa tê çavnihêrkirin ku rewşa Kurdên vê beşê, di pêşerojê de bi man yan nemana Beşar Esed di deshilatê de guhertineke erênî bi ser de bê, lê ya ku di vê navberê de karesat e, rewşa neteweyên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd e.

Di Îranê de hekî guhertinek pêş hatibe, serkuta zêdetir ya azadîxwazan, bi taybetî çalakên mafê neteweyî ye. Rûhanî ku nêzîk bi salekê berî niha bi dana soz û qewlan, û bi û rûçikeke nû ve, bo serkomariyê hate diyarîkirin, karî careke din xelkê Îranê bixapîne, û hejmareke zaf ji wan bikişîne ser sindûqa dengdanê. Lê bi derbazbûna vê heyamê, du bernameyên dij bi yek di Îranê de çûne pêş:
1-Bi sedema dorpêçên aborî, ku beşeke wê li jêr zexta dorpêçên Rojava de birêve çûn, û aboriy Îranê gehande ser lêva kendalê hiloşînê, bi neçarî Rûhanî bi biryara weliyê feqîh wate Xamineyî, serê li hemberî mercên Rojava di biyavê mehandina Oranyomê de tewand, bonavê ku gemaroyan şil bike, û di encamê rojava wav gemaroyan bi tewahî li ser Îranê rake, û hikûmeta Îranê ji kirîz û hiloşînê biparêze, bi bê vê ku bawerî bi vê sazanê hebe. Her di vê derheqê de qise û axavtinên bi berçav nû, yên Wezîrê karê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf mixabin bandoreke zaf li ser Rojava hebû.

2-Rewşa jiyana xelkê di navxwe ya Îranê de, serkut û zext li ser tekoşerên siyasî, çalakên biyavê mafê mirov, mafê jinan, kedkaran, û bi taybetî neteweyên Îranê, û yek ji wan Kurd, û her wisa cudabîrên Îranî û bi giştî hemû tex û qatan, bi zehmet û metirsîdartir bûye.

Di heyama yek sal serkomariya Rûhanî de, tenê di Kurdistanê de deh kes ji çalakên siyasî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin, û herwisa 10 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, û hejmareke berçav ji azadîxwazan bi sedema zext û zoriya rejîmê ve, neçar bûn ku welat bi cih bihêlin, û 38 kes hatine îdamkirin, û 4 kesên din hukmê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin, 35 kes bi sedema van mînên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve, li cihên curbicur ên kurdistanê hatine çandin, hatine kuştin yan birîndar bûne.

Tenê li şeş mehên yekemîn ên serkomariya Rûhanî de, 250 kes hatine îdamkirin, rejîma Komara Îslamiya Îranê di heyama yek sala borî de, di biyavê hejmara îdaman di asta cîhanê de, piştî welatê Çînê pileya duyemîn heye. Lê bi daneberhev ya nifûsa Çîn û Îranê, Komara Îslamiya Îranê, di asta yekemîn de cih digre.

Herwek serdema serkomariya Ehmedînijad di demekê de ku bêkarî, giranî, tûşbûna bi maddeyên sirker, û nexweşiyên din ên civakî, her roj zêdetir geşe kir, û bi rêjeya kesên ku li jêr hêla hejariyê de ne, zêde bûye, û îmkanat û darayiya zaf ya vî welatî, bo trombêla şer a Beşar Esed û wêrankirin vî welatî tê danîn, û bi Hizbullah Lubnan û girûpên din ên mezin û biçûk ên terorîstî, tê dayîn, yan jî diçe hisabên bankî, yên deshilatbidestên hikûmeta Tehranê de.

Em li ser vê baweriyê ne ku rejîma Komara Îslamiya Îranê, ne tenê di bîrûbawer, lê li rûyê neçarî ve herwek ku heya niha nîşan daye, serê xwe bo mercên Rojava di derheq pirsa mehndina Oranyomê de ditewîne, û deriyê bazerganiya Îranê bi rûyê Rojava de, tê vekirin. Di vê beşê de heya vêdebirina gemaroyan Îran li gorî wan xalên ku jêre tê diyarîkirin, çalakiyên xwe yên etomî didomîne, lê piştî wê, her demekê ku bikare, çalakiyên xwe bi awayekî veşartî, bi armanca destpêregihîştina bi çeka navikî, wê dest pê bike.

Xelkê Îranê ew çavnihêrî ji welatên Rojavayî hene ku di vê dewreyê de, berjewendiyên bazerganî yên wan, nebin sedema piştguhxistina binpêkariyên mafên mirovan di Îranê de, her wek çawan zexta gemaroyan rejîma Îranê neçar bi paşekêşkirina ji mehandina Oranyomê kir, ew zext dikare li paşekêşekirina bi rejîmê derheq bi berçavgirtina mafê mirovan jî bi bandor be.

Di dawiyê de, dixwazim ku sipasiya xwe pêşkêş bikim bi:
Parlemênta Feransê ku bo çenedemîn car îzin dane ku rêûresma rêzgirtin û bilindragirtina yad û bîra şehîd Dr. Qasimlo di hola parlemêntê de pêk bê, bi enstîtûya Kurd bi serokatiya birayê me yê birêz Kendal Nezan ji hevalên Dr. Qasimlo, bona pêkanîna vê rêûresmê, bi we hemû rêzdaran, bi boneya beşdarîkirina we, di yad û bîra 25’emîn salvegra terorkirina Dr. Qasimlo , Ebdulla Qadirîazer û Fazil Resûl de.