Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq rewşa Rojavaya Kurdistanê û reftara Asayişa Rojavaya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ku deqa wê weha ye:
Di rojên borî de, û di rewşekê de ku rewşa Sûriyê roj bi rojê hestiyartir dibe, û hewcehiya yekîtî û yekhelwestiya Kurd di Kurdistana Rojava de xwe zêdetir derdixe, mixabin, em şahidê çend bûyer û kiryarên kirêt ên wekî girtin, û derxistin û azardana endamên serkirdayetiya çend hêzên Kurdî ji aliyê hêzên Asayişa Kurdistana Rojava, û di çend bajarên vê para Kurdistanê de bûn.
Ew cure kiryarane, derheq bi part û rêkxirawên din ên Kurd, ne tenê alîkariya yekîtiya Kurd di pêxema desteberbûna mafên wê de nake, belkû kêşeyên navmala Kurd di Kurdistana Rojava de kûrtir dike, û zirarê digihîne berjewendiya Kurd di vê para Kurdistanê de.
Deftera Siyasî ya PDKÎ ku hertim palpiştê xûşk û birayên Kurd ên xwe, di Kurdistana Rojava û piştevanê dabînbûna mafên wan bûye, û niha jî piştevanê wan e, wan serederiyên Asayişa Rojava bi nerewa dizane.
Her di vê derheqê de, daxwaza me ya biratî ew e ku, hemû hêz û aliyên Kurd di Sûriyê de, dev ji her kiryarekê berdin, ku metirsî be li ser yekîtiya Kurd, û hemû yekdeng bin, li ser berjewendiya doza Kurd di Kurdistana Rojava de.
PDKÎ
Deftera Siyasî
18.08.2016
28.05.1395