Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dero bi te re me, piştedero guh bide

17:25 - 15 Nîsan 2012

Şandina mesajên siyasî bi munasibeta Newrozê ev çend sale ku bûye edet, û niha hêdî hêdî wê weke kevneşopiyek siyasî cî digre.

Ebdulla Hicab
Bi hilkevta Newroza îsal, serokên welatên ji Komara Îslamî nerazî, ji wan serokkomarê DYA, serokwezîrê Berîtaniya û serokkomarê Îsraîlê mesajên pîrozbahiyê weşandin û sersala xelkê Îranê pîroz kirin. Hevdem di gel serokan, karbidestên din yên payebilnde wan welatan jî mesajên pîrozbahiya Newrozê weşandin. Xameneyî û Ehmedînijad bi awayek rasterast bersiva wan mesajan nedan, lê nerasterast di axaftinên xwe yên wê dawiyê de bersiva xwe gîhandin guhê aliyên himberanî xwe.

Şandina mesajên siyasî bi munasibeta Newrozê ev çend sale ku bûye edet, û niha hêdî hêdî wê weke kevneşopiyek siyasî cî digre. Berevajiyê kevneşopiya dîplomatîke navbera berpirsiyarên payebilinde welatan ku mesajên pîrozbahiyê ji bo hevpileyên xwe dişînin, bi rûkeşî mesajên Newrozêye serokên welatên Rojava yên xwedî bandor di siyaseta cîhanê de bi awayek rasterast ji serokên Îranê re nayê şandin. Lê ne veşartiye ku berê mesajan li serokên Îranêye.
Aliyê hevbeşe peyamên sersalêye her sê welatên ku mesajên Newrozê ji bo xelkê Îranê şandin ev bû ku ji aliyekê ve karbidestên Komara Îslamî ji encama siyaseta wan ya niha şiyar bikin û ji aliyek din ve xelkê asaiye Îranê xatircem bikin ku tu dijberiya wan bi berjewendiyên xelkê û welatê Îranê re nîne. Naveroka her sê mesajan ew yek digehand ku her sê welat jî dixwazin rêjîma Îranê rê û rêbaza siyaseta xwe ya derve biguhere. Îşaretên ku di wan mesajan de xuya dikirin ew bûn ku eger bê û Îran pilana xwe ya meyandina Uraniomê biguhere, wê li bin barê dorpêçên abûrî û sizayên dine navneteweyî derkeve. Tenê Îsraîliyan hinek guman di mesaja xwe da hêştibûn ku heta eger bê û Îran bi Ajansa Navneteweiye Enerjiya Amtomî (ANEA) re hevkariyê bike jî, Îsraîl baweriyê pê nake û naxwaze zextên navneteweyî li ser Îranê kêm bibin.


Bersiva rêberên Komara Îsalmî jî ev demek dirêje ku ketiye qalibek diyar û hemû salan hema di heman çarçoveyê de dubare û çendbare dibe. Bersiva wan heman bersiv û siyaseta salên pêşîne ku bi hin gef û gotinên vala û duruşmên tundutûj tê xemilandin. Bi awayekê ku herkes beriya weşandina bersiva rêjîma Îranê dikare pêşbînî bike ka ew dixwazin çi bêjin û bi çi awayî xwe ji bin barê berpirsayetiya navneteweyî bavêjin.
Heya vir, cudaiyek di mesajên îsal û yên salên pêşîne karbidestên Amerîka, Brîtaniya û Îsraîlê de ji bo Îraniyan û bersiva Îraniyan ji bo wan xuya nedikir. Lê hin nîşane hene ku pêşhat û pêvajoya ku dikare ji niha u pêve destpê bike, ji bûyer uûpêşkevtinên heya niha cuda bike. Her çend mesajên tu ji aliyan basî cudahiya rewşa îsal û ya salên pêşîn nedikir, bûyer û pêşhatên cîhan u herêma Rojhilata Navîn tu gumanê nahêlin ku rewşa niha ji ya salan cudatire.
Beriya her tiştî,îsal programa atomiye Îranê ji her demê pitir di rojeva cîhanê de ye. Komara Îslamî di gel ku mebesta xwe ya sereke ji bo meyandina Uraniyomê vedişêre, lê bi veşartî ya ji desta tê dike ji bo ku demekê ji ya din zûtir teknolojiya atomî derbasî projeya xwe ya leşkerî bike û eger çekên atomî çê neke jî, her nebe şiyana çêkirina çekên atomî bi dest xwe ve bîne. Ji navnedên pêşxistina teknolojiya navikî ku heya niha hatyine eşkere kirin, navenda Parçîn ji hemûyan pitir bi armanca leşkerî tê bikar anîn, lê ji Parçînê bi der çiyayên Alborzê potansiyela veşartina gelek pilanên veşartiye leşkeriye Komara Îslamî hene.
Weke tevawkerê xeyalên zêdexwaze Komara Îslamî, manovrên leşkerî û ceribandina roketan hê zêde ji bo Îsraîlê fukaran çê dike. Her çend Îsraîl jî dizane ku zêdegaviyên Îranê wê tu gav negîje wê astê ku Komara Îslamî bikeve xeyala bikaranîna çekên atomî li dijî Îsraîlê, lê Îranek xwediyê çekên atomî kabûsa herî mezine tenê welatê Cihû yê cîhanê, Îsraîlê ye. Îrana atomî dikare hem teknolojiya çekên tevkujiyê bide Hizbullah û hevpeymanên xwe yên din, hem jî siya Îsraîl û Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn birevîne.
Rewşa Sûriyê û payîza jiyana rêjîma Esed, bi wê re jî girêdayî jêrdariya bextê hêzên tundreve ku li bin siya rêjîma Baasa Sûriyê û bi alîkariya Îranê dijîn, wê pêwîstiyê zêde dike ku Amerîka û hevpeymanên wê şiyariyek cidî bidin Îranê. Gumana Amerîka ewe ku di rewşek weha aloz de, Îran ya ku ji destan bê bike heya hem hevpeymanên xwe ji wê rewşê rizgar bike, hem bela Rojava ji serê xwe dûr bixe.
Li derveyî Rojhilata Navîn, bûyera ku dikare bandorek cidî li ser rewşa herêmê û siyaseta Amerîka li hember Îranê danê, hilbijartina serokkomariya Amerîka li dawiya vê salê ye. Îran dizane ew serokkomarê ku bixwaze ji bo hilbijartina dubareye serokatiya DYA xwe bipalîve, bi zehmet xwe tûşî şerekê dike ku encam û berbilaviya wê ne diyare. Ji ber wê hindê Îran hewl dide ku di dema pêşiyê u beriya hilbijartina Amerîka xwe bigehîne astekê ku ji bo serokê nûye DYA ne mumkîn be wê demê jî meydana manovran ji Îranê tengav bike.
Di rewşek wisan de, karbidestên payebilinde Amerîka, Berîtaniya û Îsraîl bi mesajên xwe yên Newrozê ku her sê, kêm zêde weke hev û di yek çarçoveyê de bûn xwestin ji Îranê re bêjin ku êdî ji niha u pêve zêdegaviyên wê napejirînin. Ew mesaj dikarin her di heman demê de weke şansek din ji serokên rêjîma Îranê re jî bêne hesibandin.

Lê heya niha Komara Îslamî nîşan daye li ciyê ku mesajên bi riya derî ji pişteder re têne şandin bigre û li gor wan danustandinên xwe biguhere, li pişt derî dîwarek req û hişk ava dike ku tu peyam jê derbas nabin. Peyamên Newroza îsal jî şansek ji mesajên hevşêweye pêşîn pitir nînin. Ji ber ku eger Komara Îslamî guhdariya daxuyanî û daxwazên bi wî rengî bikira, niha ji mêj ve bû rewş hatibû guhertin.
Ji bo gelên Îranê jî mesajên giştiye weke mesajên ku îsal ji Waşington, Tel Aviv û London hatin, zêde mana nînin. Ji ber ku heya niha mesajên bi wî rengî ne hejmara kuştin û îdaman li Îranê kêm kiriye, ne rewşa mafê mirovan li Îranê guheriye û ne jî bûye piştevaniyek manewî an madî ji bo xebata neteweyên Îranê li dijî rêjîma Komara Îslamî.
Bi kurtî û kurmancî mesajên îsale serokên Amerîka, Îsraîl u Berîtaniaya tu wateyek ji ya salên pêşîn cudatir nebûn û karîgeriya wan jî nikare ji ya salên berê zêdetir be. Lê rewşa siyasiye herêma Rojhilata Navîn dikare wateyê bide wan mesajan. Çi wateyek, wê dema pêşiya me nîşan bide.