Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derwêşê Xalibê: Dr. Qasimlo her dem li yekîtiya Kurdan digeriya û pêşketina Kurdan hêviya wî bû

14:09 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Konê Reş niviskar û helbestvan, hevpeyvînek li ser kesayetiya Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ligel yek ji hevalên Dr. Qasimlo re kir.
Deqa hevpeyvînê bi wî awayê ye:

Hevpeyvîn: Konê Reş

Di 25 Saliya şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de
Dîdarek bi Nivîskar Derwêşê Xalibê Derwêş re
Bi helkeftina ku di roja 13/07/2014an de, 25 sal bi ser terorkirina rêberê mezin yê gelê Kurd şehîdê Dr. Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, min ev dîdar bi mamoste Derwêşê Xalib re kiriye, taybet ji bo bîranîna şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo.

Derwêşê Xalibê Derwêş kî ye? Nivîskar, zimanzan û rewşenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilşeîra Şêxan, nêzîkî Qamişlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamişlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ew di sala 1967an de çûye Ewropa û li Pragê çav bi rehmetiyê Dr. Qasimlo ketiye û çend salan li Pragê bi hev re mane.. Ji berhemên mamoste Derwêş Xalib:
- Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî) de sala 1998 an.

- Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.
- Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamişlo 2007.

Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî.. Wî, di sala 2003 an de, komîtek bi nave (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî), ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan damezirandiye û belavokek bi navê (ZIMAN) û kovarek bi navê (Zar) weşandine.

Fermo pirs û bersivan bixwînin:

Pirs: Mamoste Derwêş! Kengî, çilo û çawa te Dr. Edulrehman Qasimlo naskir?

Derwêşê Xalibê: Cara pêşî, wexta ku ez ji Parîsê çûm Pragê di sala 1968an de, Dr. Ebdulrehman Qasimlo berî min li wir bû. Ew mamosteyê zanîngeha (Charles- Karl) bû. Ev zanîngeh ji kevintirîn û payebilindtirîn zanîngehên Ewropa ye. Hingî hejmara kurdan li Pragê gelekî kêm bû, yên ku hebûn jî, xwendevan bûn. Ji navên ku têne bîra min: Mihemed Mihtedî, Hacî Ehmedî, Qadir Dîlan, Mihemed Bekir Axa, Mihemed Bekiro, Mihemed Zaza, Azîz Şêx Riza û gelekên din ku niha navê wan nayê bîra min.. Her hefte me hev didît. û xweş li bîra min e, bikêmanî du caran çûme mala wî, carekê ji bo bixêrhatina wî. Ew ji derve vegeriya bû Pragê û carekê, berî ku ji Pragê here Kurdistanê.. Ev çûna wî a Kurdistanê jî nehênî bû, kêm kesan pê zanîbû.

8849.jpg

Pirs: Te kesayetiya Dr. Ebdulrehman Qasimlo wî çilo dît?

Derwêşê Xalibê: Di dêmê wî de xurtî dihat xuya kirin, liva wî çelengî bû, ne bi xilûxavî tevdigeriya, zîrek û şiyar bû.. Gotin nerim bû û bi hêsanî gotinên xwe digîhandin hevalên xwe.. Mirovekê gelekî rastbêj bû. Şêweyê propagenda bi kar netanî, şêweyê herî rast li cem ku Kurdan bi miletên din re bide naskirin û rastiya rewşa Kurdan bi zelalî bigihîne wan.

Bêguman zanyekî pir mezin bû. Carekê semînerk wî li zanîngeha Piragê hebû, semîner jî bi zimanê Çîkî bû, min jî hevalekî xwe yê Çîkî (Zidenek Vyskoçil) vexwendî semînerê kir. Guhdana vî hevalê min î Çîkî bi kelepûra Çîkî hebû, hem jî gelekî alîkariya min dikir ku ez di xwendina romana çîkî de bigihêjim.. Piştî ku semîner bi dawî hat û em zîvirîn malê, bi rêkê de, hevlê min yê Çîkî bi dilgiranî ji min re got: Çima te got bêjer an semînerevan Kurd e? Min lê vegerand: Belê ew Kurd e û ji Kurdên Îranê ye.. û ez pêde çûm min gelek tişt li dor zîrekî û şarezayîya Dr. Qasimlo ji hevalê xwe yê Çîkî re got. Dawî, wî li min vegerand û got: Ez behitîm, matmayî mam ku çilo mirovekî biyanî, dikare wiha bi zimanê Çîkî, di astek wiha bilind de biaxive.. Wî bawer nedikir ku Kurdek wiha bi zimanê çîkî zanibe û asta zanebûna wî wiha bilind be.. Ev yek vê diyar dike ku rehmetiyê Dr. Qasimlo gelekî zîrek bû û tiştê ku fêr dibû ji sedî sed, xwe fêr dikir.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo, soranîaxêf bû, em kurmancîaxêf bûn, têkiliyên me nû bi soranîaxêfan re çêdibû, dema ku rehmetiyê Qasimlo bi me re diaxifî, em tev bi hesanî di axaftina wê de digihîştin, bê çi dibêje.. Ez bi xwe, di rêka rojnameya (Kurdistan), ya Partiya Demokratî Kurdistanî Îran, fêrî şêweyê soranî bûm. Erê bi şêweyê soranî bû, lê zimanê wê xweş bû û ez têdigihiştim.
Pirs: Mamoste! Piştî 25 salan ji terorkirina Dr. Qasimlo, tu çi dibêjî?

Derwêşê Xalibê: Ji kesayetiyên Kurd yên herî balkêş ku min ew li Ewropa dîtin, du kes bûn; Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Parîsê û Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Pragê. Herdu jî ji kesên bêhin fireh, şaraza û Kurdperwerên resen bûn. Şovîniyet li gel wan nebû, wek ku xêra miletê Kurd dixwestin wiha jî xêra miletên din dixwestin û her dem û gav tu rehên xwe ji Kurdistanê nedibirîn, pêwendiyên wan her dem bi welat re hebû.

Erê, xweş tê bîra min; carekê ji me re got: (Polîsê Çîkî, ji bo xatirê Viza bidin min, çend carekî ez birim û anîm.. Min ji wan re got: Çima?! Berpirsê nivîsîngeha polîs, ev bersiv li min vegerand: Gelek kes diçin û tên, lê her ku tu diçe, hin dewlet gelek gazinan ji me dikin.)

Dr. Qasimlo şehîd kirin.. Ji ber ku bandora wî mezin bû, bi zîrekî û rastgoyî dixebtî, her dem li yekîtiya Kurdan digeriya û pêşketina Kurdan hêviya wî bû.. Wiha jî Kurdan xwe li dor wî dida hev..Ji ber vê yekê ew şehîd kirin.

Di vê bîranîna diltezîn de, ez bejna xwe ji bîranîna navê wî re ditewînim û qevdek nergiz diyarî gora wî dikim û dibêjim; her ew di dilê gelê Kurd de sax e. Û spas mamoste Konê Reş ji bo vê dîdarê û xebatên te yên hêja.