Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêşxeriyek din a PDK Îranê bo diyalog li gel hevalên cudabûyî

21:40 - 2 Tebax 2012

Kurdistanmdia: Bi boneya dawîhatina 14’mîn pilînoma Komîteya Navendî a DPK Îranê, Deftera Siyasî a partiyê daxuyaniyek belav bir.


Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:


Ji raya giştî re radigihînin ku 14’,îm pilînoma Komîteya Navnedî a PDK Îranê bi beşdariya pirraniya Endamên Eslî, Cihgir û Şêvirmendên Komîteya Navnedî, berwar 31’ê Tîrmeha 2012’an, bi armanca biryarsitandin li ser wan pirsên ku di destûra karê pilînoma han de hatibûn guncandin, destpê kir û piştî du rojan karê berdewam û cih bi cihkirina erkên wê pilînomê, roja 1’ê Tebaxa 2012’an, dawî bi karê xwe anî.
Di destpêka basê pilînomê de birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, rapora “Komîteya Amadekarî a Kongireya 15” a PDK Îranê li ser birêveçûn û dawîhatina konferansên “Komîteyên Partiyê” li welatên cur bi cur pêşkêş kir û akama wan konferansan bi pilînomê ragihand.
Di birrgeyek din a karê pilînomê de sercem pêşniyaz û biryarên “Komîteya Amadekarî a Kongireya 15” di pêwendî li gel çawanî û awayê birêveçûna konferansên din ên sazî û organên partiyê ku berê ji aliyê Deftera Siyasî ve hatibû şirove û pesendkirin ket ber bas, û ra û boçûnên beşdarên pilînomê jêre hat wergirtin. Piştî basek têr û tesel û beşdariya çalakane a amadebûyên pilînomê di basên pêwendîdar bi her birrgeyek karî ên wê beşê, rê û şîweyên guncaw ji birêveçûna konferansan re hat destnîşankirin û biryara dawî ji vê yekê re hat sitandin.
Beşek din a karê pilînomê û di çarçoveya hêlên giştî ên siyaseta partiyê de bas ji şîweya çawaniya alîkarî û pêwendiyên PDK Îranê li gel partî û saziyên opozîsyona Îranî û aliyên siyasî ên Kurdistana Îranê hat kirin.
Pilînomê di wî warî de rê û şîweyên hewce pêşkêşkirin û bernameya pêşniyarî a Deftera Siyasî di vê pêwendiyê de pesend kir.
Di dirêjahiya basên pilînomê de, çawaniya pêwendiyên navbera partî û ew hevalên ku nêzîk 6 salan e ji PDK Îranê cuda bûne ket ber bas û piştî şirovekirirna rewşa deverê û hewcehiya hewldan ji yekrêziya hêzên siyasî ên Kurd li Kurdistana Îranê re, pilînom gihîşt vê akamê ku tevî bêakambûn gişt hewlên rêberiya partiyê bi armanca bidestxistina yekrêzî û nehiştina astengan li ser riya gihîştin bi vê armancê, bo carek din jî di pêxema berjewendiya giştî a tevgera Kurd de, di riya vekirina deriyê diyalogê li gel wan hevalan gavek din jî bavêje, bi vê hêviyê ku gava han rewşek baştir bo ji hevtêgihîştinê û derfetek guncaw ji nehiştina asteniyan pêkbîne.
Di vê pêwendiyê de pilînom hêvîdar û çavnihêr e ku hevalên berê jî vê gava PDK Îranê bi niyazpaqijî werbigre û pêşvaziyê lê bikin û ji serkevtina wê hewlê re, gavên bicih hilînin.
Pilînomê piştî bas û biryardan li ser mijarên ku di destûra kar de bûn piştînîvroya roja Çarşemî berwar 1’ê Tebaxa 2012’an dawî bi karê xwe anî.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

2’ê Tebaxa 2012’an

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê