Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 7 rojan de 866 kes li Sûriyê hatin kuştin

13:35 - 16 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Di heftiyekê de hat ragehandin ku di bajarên curbicur ên Sûriyê 866 kes hatine kuştin.

Li welatê Sûriyê û di demekê de ku şerê li Sûriyê berdewam dike û gihîştiye asta şerê navxweî piştî serhildana ku di adare 2011 de, li dijî rêjîmê dest pêkiribû, li bajarên curbicur  866 kes hatin Kuştin.
Çalakvanan di raporekê de eşkere kirin, ku hejmara Kuştiyan di hefteya bihurî de 102 zarok , 44 jin, 11 kes nûçegehan û 4 jî duktur in. 
Her wiha vê raporê diyar kir ku piraniya Kuştiyan li parêzgeha Heleb bi (239), Şamê (229), û Humsê (93) hatine kuştin, li gorî tora mafê Mirovan ya Sûriyê,  li parêzgehên din yê Sûriyê jî 92 Kesên din hatin Kuştin.
Ji aliyekî din ve şer û pêvçûnên li deverên curbicur yên Sûriyê berdewamin, pirograma xowarinê yê bi ser Netewên Yekbûyî ve ye, roja înê ragihand ku li devera Şedadî yê ku dikevê rojhiletê Hesekê ev sê rojên şer û pevçûnên giran di qewimin, di encamê de nêzî 40 hezar kesî dev ji mal û warên xwe berda ne û jibo bajarê Hesekê ve reviyane. 
Ji aliyekî din ve Îtîlafa Nîştimanî a Sûriyê di derbarê pêşniyariya aştiyê de, diyar kir, ku ew tu çareseriyekê ku Esed û rêvebirên ewlekariyê û leşkerî yên rêjîma Esed hembêz dike napejrînên ne.