Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dirêjahiya çalakiyên encumenên Merîwanê de, wane û pêşengeha pêşgîrî ji tûşbûyên madeyên narkotîk birêve çû

20:55 - 31 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Du encumenên bajarê Merîwanê di dirêjahiya kar û çalakiyên sivîl de wane û pêşengeha taybet bi pêşgîrîkirin ji tûşbûyên madeyên sirker birêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, encumena “Jiyanewe” a bajarê Merîwanê û encumena wêneyî a “Nê” di hewlekî hevper de, roja Înê 30’ê Gulan a 2014’an, pêşangehekî tahbet ya waneya hînkirinê bo pêşgîrîkirin ji tûşbûyên medeyên hişber birêve çû.

Pêşangeh û weneya berengarî dijî tûşbûyên medeyên narkotîk li gundê Nê a ser bi bajarê Merîwanê birêve çû ku ji aliyê hemwelatiyan ve bi germî pêwazî jê hat kirin.

Avedanî û saziyên nahikûmetî (N.G.O) li bajarê Merîwanê bûne binkeya herdemî bo çareseriya pirsgirik û arîşên civakî û wêjeyî roj ligel rojê zêdetir hevwelatî bo alîkariya giştî, çalakiya xorsk û hemû aliyan li varê jîngeh, wêne û huner û pirsên civakî û ferhengsazî li varê pêşgîrîkirin ji nêçîr û tûşbûyên madeyên sirker li dewra yek kom dike.

Ji aliyek din we, di hewleheke jîngehparêzî de û di dirêjahiya şepola tevgera jîngehaparêzî ya Kurdistanê de, roja Pênçşemî 29’ê Gulan a 2014’an, seyrangeha Kewar a ser bi bajarê Kamyaranê kirs û kevalên derdora wî ji aliyê xelk û jîngeha parêzan ve hat paqij kirin.