Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama şer û pevçûnên di Tirkiyê de heya niha zêdetir ji 200 hezar kesî bûne penaber

20:15 - 27 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi sedema dirêjiya şer û pevçûnên di Kurdistana Tirkiyê de heya niha zêdetir ji 200 hezar kesî mal û halê xwe bi cih hêlane, û rû li cihên ewle kirin.

Li gora nûçeya nûçegihaniyan, şer û pevçûnên dijwar di Kurdistana Bakur de berdewam in, û rojane xelkê sivîl di encama vî şerê dijwar de, yan birîndar dibin, yan jî têne kuştin, û gellek kes ji tirsa mirinê, û hin kes jî bi sedema vê ku malên wan bûne armanca top û xompareyên hêzên ewlehiya Tirkiyê, mal û halê xwe bi cih dihêlin.

Li gora hinek çavkaniyan hejmara kesên awarebûyî ji 200 hezar kesî derbaz bûye, ku ew hejmar roj bi rojê ber bi zêdebûnê ve jî diçe.

Zêdetirîn hejmara awareyan berî van pevçûnan, di sala 1990’î de bû, ku bi sedan gundî bi tewahî hatin valakirin, lê ya ku niha rû dide, di bajaran de ye, ku bajar roj bi rojê zêdetir wêran dibin û xelk jî malên xwe bi cih dihêlin.

Di encama van şer û pevçûnên dijvar de, ku di Kurdistana Bakur de rû didin, serjimêriyên cuda cuda li ser hejmara kuştiyan û şewitandina malên hemwelatiyan û cihên dîrokî belav dibin. Lê bi sedema nebûna çavkaniyeke serbixwe di cihên bûyerê de, tu serjimêriyek di vê derheqê de, cihê baweriyê nînin.

Her di vê derheqê de, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê jî çend rojan berî niha di daxuyaniyekê de ragehandibû: “Di Navbera rojên 24.07.2015 -09.12.2015’an, 157 kesên medenî canê xwe ji dest dane. Lê hejmara kuştiyên kesên çekdar di ber destên me de nînin, jiber ku ew şer, şerekî qirêj û pirr ji tundûtîjiyê ye, û Dezgeha Dadweriyê ya Tirkiyê jî bi tewawî ji kar ketiye”.

Herçend sala 2012’an dewleta Tirkiyê û PKK lihev kirin ku şer ragirin, û PKK gerîlayên xwe bi tewawî ji xaka Kurdistana Bakur vekişîne, lê ew lihevkirin ser negirt, û cardin piştî teqîna ku li Sirûçê rû da, û gellek ji ciwanên Kurd ên beşdar di mîtîngekê de canê xwe ji dest dan, û PKK jî ragehand ku ew teqîn bi piştgiriya dewleta Tirkiyê û bi riya DAÎŞ’ê ve li dijî Kurdan hatiye encamdan, şer û pevçûnan dest pê kir, ku her yek ji wan aliyan hevdu bi têkdana piroseya aştiyê tawanbar dikin.