Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de 220 hezar zîndanî hene

14:33 - 20 Gulan 2015

Kurdistan Media: Vê gavê zêdey 220 hezar girtî li Îranê de hene ku du qat zêdetir ji qebare û rûbera girtîgehên wî welatî tê zanîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ji ber zêdebûna rêjeya tawanên civakî, bertengkirin û qorix (monopo) kirina azadiyên siyasî û çandî û nebûna azdiya derbirînê, di bin siya siyasetên sîstematîk ên rejîma Îslamî ya Îranê, hejmara girtiyan ji rûber û qebareya giştî ya girtîgehan bi du qat zêdetir hatiye ragihandin.

Berpirsekî rêxistina girtîgehên Îranê tevî îşarekirin bi qebare û zerfiyeta girtîgehên Îranê, amara han weşandiye û daye zanîn ku: ji sedî 73 ya girtiyên siyasî di Îranê de rastî madeyên bêhişker bûne.

Di amareke din de bas ji hejmara girtiyên jin li Îranê de dike û dibêje: amar û hejmara jinên ku bi tawana madeyên hişber hatine girtin, bi berhevdan I gel mêran, pir zêdetir e.

Îranê yek jî 10 welatên yekem ên cîhanê Ii dor zêdebûna hejmara girtiyan Ii dor nifûsa welatê xwe de ye.