Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kurdistana Bakur de 5 sivîlên din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin kuştin

15:23 - 4 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Li Şirnixê, navçeya Silopiyayê 2 sivîlên din di encama şer û pevçûnan hatine qetilkirin.

Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin,ev 21 roj in ku li nav çeya Silopiyayê şer û pevçûn berdevame, taxa Barbaros ji duh şev heyanî niha di bin êrîşê de ye, ew tax ji aliyê tankan ve, bê navber tê topbarankirin.

Li gor raporên belavbûyî tîmên taybet rasterast mal dane ber gulleyan, di encama gulle raşendina tîmên taybet yên dewleta Tirk de 2 sivîl di mala xwe de hatine qetil kirin.

Di gullebarandina polîsan de welatiyê bi navê Yûsûf ê ku paşnavê vê nayê zanîn hate qetilkirin, û tê zanîn ku hevjîna wê jî giran birîndar e,herwiha di heman taxê de tê payîn (tê zanîn), ku jineke 35 salî jî ji ber perçeyên bombeyê ku li serê wê ketiye, jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve li Cizîrê û li Sûra Amedê jî sê kesên din bi gullereşandina hêzên tîmên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin.

Termê van kuştiyan di kulanan de mane, û hêzên ewlehiyê nahêlin ku malbatên van termê zarokên xwewergirin.

Di encama şer û pevçûnan berdevame û heya niha gellek welatî ji aliyê polîsan ve hatine girtin, ku di nav wan de endamên serokatiya şaredariyên Bakura Kurdistanê jî hene.