Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Seqizê de bi hinceta 9’emîn salvegera wefata Mucteba Mîrzade koryadek bi rêve çû

16:01 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di bajarê Seqizê de koryadek bo rêzgirtin ji bîranîna mamosta Mucteba Mîrzade mûzîkşyenê Kurd û jenyarê Viyolon, Kemance û Sêtar hat lidarxistin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, rêûresma han roja Pênçşemî bervara 17’ê Tîrmeha 2014’an, di Ferhengseraya Nekeroz a bajarê seqizê de bi rêve çû û di vê koryadê de mamosta Elî Abidî, Endazyar Dilzar Abidî, Xatû Soma badamî xwendekara ahengsaziya zanîngeha Tehranê, ji hêz , berhem û bandorên mamosta Mucteba Mîrzade gotara xwe pêşkeşkirin.

Di 9’emîn salvegera koça dawiya mamosta Mîrzade de, morala huneriya mamosta bi awayeke zanistî û akadîmîk bas û lêkdan li ser hat kirin.

Eva pênçemîn care ku mamosta Elî Abidî li ser erêkê xwe yada mamosta Mîrzade dike.

Mucteba Mîrzade sala 1324’an a Rojî li Kirmanşanê ji dayîk bûye, bi sedema karê bavê wî ku waliyê dewletê bûye û çendîn salan diçe Îlamê.
Mîrzade bi bê mamosta ji riya guhdan bi stranan jenîna alava Viyolênê û notên vî hîn bûye û di çendîn kêberkan de pileya yekem bi dest xistiye.

Mamosta Mucteba Mîrzade di sala 1384’an a Rojî de çûye ber dilovaniya xwedê.