Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dosiyeya dadgehîkirina Zanyar û Luqman Muradî hatiye ragirtin

20:30 - 30 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Eva zêdetir ji sal û nîvek e bi ser ragirtina dadgeha cezayî ya Zanyar û Luqman Muradî de derbas dibe, û heya niha jî bona careke din xistine kar ya vê keysê tu hewlek nehatiye dan.

Li gora rapora malpera Hirana yê, organa Komeleya Çalakên Mafên Mirovan di Îranê de, Parêzerên Zanyar û Luqman ragehandine ku, herçend Zanyar û Luqman Muradî bi “miharibe” hatine tawanbarkirin, lê diviya di destpêkê de, dadgeha keyferî ya têkilîdar bi kuştinê bi rêve çûba, wî çaxî dema ceza hate diyarîkirin, piştre ew pirs bo pêdeçûnê gerek biçe “Dadgeha Şoreşê”.

Malbata wan her du girtiyan ragehandine, ku bi sedema zex û givaşa berpirsyarên girtîgehê û herweha yên ser bi Îtila’atê li dema destbiserkirîbûna wan de, ew tûşî nesaxiyên cur bi cur bûne, û heya niha jî ji mafê çûyîna bêpar bûne.

Zanyar û Luqman Muradî di demekê de, bi tawana endametiya di partiyeke Kurdî de û herweha kuştina kurê pêşnimêjê Merîwanê hatine tawanbarkirin, ku ew tomet berdewam ji aliyê wan du girtiyan ve hatiye retkirin.