Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dozgeriya ÎranTirîbûnal rejîma Îranê bi sûçe dijî mirovahiyê mehkûm kir

12:14 - 11 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Dozgeriya Îran Tirîbûnal li daxuyaniyekê de rejîma Îslamî a Îranê bi encamdana sûçên dijî mirovahiyê mehkûm kir.


Li destpêka vê daxuyaniyê de hatiye: Bo yekemîn car li dîroka hevçerxa Îranê û Cîhanê de, komek ji malbatên qurbaniyên komkujiya girtiyên siyasî yê dehika 60’a rojî û beşek ji girtiyên siyasî ên vê dehkê û bi hevkariya berbilav a çalakên siyasî, kedkar û xwendekar, yeksanxwazî di navbera jin û mer, dadgahîkirina rejîma Îranê ji Payîza sala 2007 (1386)’an ve dest pêkirn.


Di daxuyaniyê de pêdegirî li ser vê jî hatiye kirin, ku Îran Tirîbûnal dadgeke xelkî ye û rewyiya xwe di cihê li dewlet û rêxstinên siyasiyan, ji xelkê werdigre.
Paş 5 sal hewl û tekoşîna berdewam bo komkirina belgeyan û dabînkirina hewcehiyên malî ên dadgehê, Dozgeriya Îranê Tirîbûnal karî rejîma Îslamî a Îranê bi encamdana sûça dijî mirovahiyê mehkûm biket.