Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê, li odeya takekesî hatin derxistin

18:04 - 20 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Du girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê, piştî ragehandina gireva birçîbûnê, bo odeya takekesî hatibûn veguhaztin, lê piştî sozên karbidestên girtîgehê dev ji gireva xwe berdan û careke din bo benda giştî hatin vegerandin.

Li gorî rapora nawenada çalakên mafê mirov ên Îranê “Mistefa Sebzî” û “Rehman Reşîdzade” bi sedema birêvenebirina esla cudakirina tawanan, gazinde kiribûn û daxwaz ji karbidestên girtîgehê kiribûn ku, wan bo benda siyasî ya girtîgehê veguhêzin.

Mistefa Sebzi ji roja 23’ê Befranbarê û Rehman Reşîdzade jî ji roja 24’ê Befranbara îsal ve, dest avêtibûn gireva birçîbûnê û bi vê sedemê jî bo odeya takekesî hatibûn veguhaztin.

Mistefa Sebzî di heyawa Cozerdana sala 1393’an de bi tometa hevkariya tevî partiyeke siyasî, bi cezaya 15 sal girtîgehê û herweha Rehman Reşîdzade jî bi tometa “Têkdana hewlehiya netewî” bi cezaya 3 sal hebsê hatiye mehkûmkirin.

Eva di demekî de ye ku “Behmen Dalayî Mîlan” û “Re’ûf Mihemed Elî” jî du girtiyên din ên girtîgeha Urmiyê bûn ku di despêka heyva Befranbarê de, bi sedema gilî û gazindeya ji cuda nekirina tawana, bo odeya takekesî hatibûn veguhaztin.

Tê gotin ku niha 27 girtiyên siyasî di girtîgeha Urmiyê de, berevajî benda cudahiya tawanan, di bendên asayî de hatine sekinandin.