Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên siyasî ên kurd ji bo girtîgehên Sine û Êvîn’ê hatin veguhastin

15:48 - 26 Tebax 2015

Kurdistan Media: Du girtiyên siyasî ên kurd ku midehê çend salan in li girtîgehê de ne, jib o girtîgehên Sine û Êvîn’ê hatin veguhastin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, “Ednan Hesenpûr” rojnamevanê girtî yê kurd li girtîgeha Merîwanê bi sedemek nerohn ji bo girtîgeha Sine hatin veguhastin.

Li vê derheqê de Kempîna berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl daye zanîn ku egera vê heye sedema veguhastina van girtiyên siyasî bi armanca cîbecîkirina madeya 134 a yasay cezayên Îslamî be.
Ednan Hesenpûr berê jî li meha rêbendana 1392 a rojî de jib o girtîgeha nawendî ya Sine jib o girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin û piştî midehekê jib o girtîgeha Zabulê hatibû dûrxistin.

Hesenpûr sala borî, piştî 8 salan destbiseriyê karî ji mafê murexesiyê mifahê bistîne.

Ew rojnamevanê kurd li dadgeha “Înqilab a Sine” li bervara 16’ê Xermanan û 11’ê Rêbendana sala 1387’an bi awayekî daxistî hat dadgehîkirin û bi 31 sal girtîgeha Teizîrî hat mehkûm kirin û hukmê han li dadgeha “pêdeçûnê” de jib o 16 sal girtîgehê hat kêmkirin.

“Efşîn Suhrabzade” girtiyekî din yê siyasî yê kurd ku li girtîgeha Mînab a ser bi parêzgeha Hurmuzganê de hatibû ragirti, jib o girtîgeha Êvîn’ê hate veguhastin.

Ew girtiyê siyasî midehekê berî niha daxwaz ji dezgeha qezayî a rejîmê kiribû ku jib o girtîgehek din bihê veguhastin.

“Efşîn Suhrabzade” ê 24 salî bi sedema nesaxiya penceşêra riwiyan û xwînberbûnê, tendurustiya wî necihgîr e.

Ew girtiyê 24 salî li dema destbiseriyê de bi sedema îşkenceyên zaf ji aliyê meimûrên îdareya Îtilaata rejîmê ve ser û çavên wî hatibûn şikandin.

Efşîn xelkê Kirmaşanê ye û bervara 18’ê Cozerdana 1389’an ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata rejîma Îranê li bajarê Kamyaranê de hat destbiser kirin û ji aliyê çiqa du ya dadgeha bajarê Sine bi tometa “Muharibe” û endambûna yek ji partiyên kurdî ên dijî rejîma Îranê bi 25 salan heps û dûrxistinê jib o girtîgeha Mînabê hat mehkûmkirin.