Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Kurd xelkê Bane li pêxema dabînkirina xerca jiyanê, mirin

22:28 - 12 Îlon 2013

Kurdistanmedia: du kolberên Kurd li devera sînorên Bane li pêxema dabînkirina bijîwa jiyanê, can dan.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî berwar 11’ê Îlona 2013’an, kolberekî Kurd bi navê “Serdar Şerîf Salar” kurê “Husên Elî Şîrîn” û xelkê gundê “Beyinder” a devera Bane, jiyana xwe ji dest da.


Serdar li ser sînorê “Hengejan” di encama destdirêjiya guleyên hêzên rejîm tûşî rawesta dil (Sekta qelbê) dibe û canê xwe ji dest dide.
Bi gotina hejmarek kolber ku hevalên Serdar bûn, ew barê ku ser pişta Serdar bûye gelek giran bûye û her wusa di demekê de ku ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîm ve teqe lê kirine, Serdar tûşî tirsê bûye û sekte lêdaye.
“Serdar Şerîf Salar” xwediyê mal û xêzan û akinciyê bajarê Bane bûye û tenê bo dabînkirina xerca jiyana xwe dest bi wî karê kolberiyê kiribû.
Ji aliyek din ve sibêdeya roja pênçşemî 12’ê Îlona 2013’an, kolberekî din yê Kurd bi navê “Yûnis” kurê “Mihemed” û xelkê gundê “Kanî Şîlan”a Bane seba bûyerekî nexwazyar canê xwe ji dest da.
Bi gotina şahîdan, ew kolerê Kurd seba bûyera hat û çûnê mir.
Kolberên Kurd ji bilî bûyerên siruştî û nexwezyar her tim gefên kuştinê ji aliyê hêazên rejîma Îranê ve li ser e.
Li gor amara hatî tomar kirin li newenda amara malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Xermana 1392’a Rojî ve heya niha 5 kolberên Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îranê li deverên cûr ba cûrên Kurdistanê bûne qurbanî.
Li koma giştiya wê rêjeyê de kolberek hatiye kuştin û çar kes jî hatine birîndarkirin.