Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du semînarên teşkîlatî di welatê Sw`îdê de hatin lidarxistin

20:45 - 27 Adar 2018

Kurdistanmedia: Du semînarên teşkîlatî (rêkxistinî) derheqê kongreya 16`an a PDKÎ, di bajarên “Yutuborî” û “Kalmar” a Sw`îdê hatin lidarxistin.

Roja Şemî 4`ê Xaleweiya 1396`an, semînareke teşkîlatî (rêkxêstinî) bi beşdariya “Dr. Îdrîs Ehmedî” ji bo endamên PDKÎ, di bajarê Yutuborî a Sw`îdê de bi rêve çû.

Di destpêkê de ji Dr. Îdrîs daxwaz hat kirin, da ku derheqê kongreya 16`an a PDKÎ biaxive.

Piştre jî ji aliyê navbirî ve, derheqê kongireya hizbê û ev beşên ku dibe endamên teşkîlatî (rêkxistinî) haydar bin û zanyariyan li ser hebin, bi hûrî axavtin li ser hat kirin.Piştre jî dem ji endamên beşdarên vê simînarê re hate dan, da ku bîr û bûçûnên xwe derheq bi kongirê û guherînkariyan biaxvin û pirsên xwe jî li Dr. Îdrîs bikin, û bersiva wan pirsyaran jî ji aliyê Dr. Îdrîs ve hate dan.

Her di vê rojê de jî semînarek ji aliyê “Aso Salih” di bajarê Kalmar de ji bo endamên PDKÎ, û bi beşdariya komîteya hizbê ya di wî bajarî de hate lidarxistin..Simînar bi ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Aso Salih bi hûrî û têr û tijî derheqê kongirê û pêşhat û guherînkariyên ku di kongreya 16`an a hizbê de hatinbûne encamdan axivî.

Di beşa dawiyê ya simînarê de komîteya Ciwanan, komîteya Jinên Demokrat, û endamên hizbê pirsyar û tîbîniyên xwe bas kirin.