Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdullah Hicab: “Devberdan ji modela dewlet-netewe ji aliyê HDP’ê ”.

15:58 - 4 Hezîran 2015

Ebdullah Hicab: “Devberdan ji modela dewlet-netewe ji aliyê HDP’ê ve carê baseke teorîk e, û neketiye qonaxa pratîkê de”.
H: Şehab Xalidî

Hilbijartinên parlemanî di Tirkiyê de, çiqas bala medyayên herêmê bo aliyê xwe rakêşabe, û bibe cihê gengeşeyê di nav çalakên siyasî û şirovekaran de, ew qas jî mijara derbazkirin yan nekirina astenga %10 ji aliyê HDP’ê ve bala medyayan bo aliyê xwe rakêşaye, û hizra şirovekarên siyasî bi xwe ve mijûl kiriye. Me jî wekî Rojnameya Agirî bi hewce zanî ku di vê derheqê de, digel birêz Ebdullah Hicab çalakê siyasî hevpeyvînekê pêk bînin, û zanyariyên zêdetir li ser vê hilbijartinê bidin xwendevanên Agirî. Hêjayî basê ye ku boçûnên navbirî boçûnên PDKÎ yan rojnameya me nînin, û boçûnên wî yên şexsî ne.

Pirs: Biryara HDP’ê wekî partî, derheq beşdarîkirin di hilbijartina Tirkiyê de, hûn çawa dinirxînin?

Bersiv: Gellek spas ji we re bo dana vê derfetê bi min. Hilbijartina çavnihêrkirî ya Tirkiyê, hilbijartineke girîng e û di rewşekê de bi rê ve diçe, ku hem welatê Tirkiyê û hem jî tevgera Kurd û hem jî Rojhilata Navîn ji qonaxeke hestiyar re derbaz dibe. Lewra ji bo xelkê Tirkiyê û Bakûra Kurdistanê girîng e ku kîjan alî di parlemênta Tirkiyê de dibe xwedî biryar.

HDP bi biryara beşdarîkirina di hilbijartinan de, wekî partiyeke siyasî pêngaveke pirr ji rîsk lê biwêrane hilgirt, rîsk tê de ye ji berku HDP dibe %40 zêdetir ji wan dengan ku di hilbijartina pêşîn de bi dest anîbû, bi dest bixe, da ku bikare astenga %10 derbaz bike û here parlemêntoyê. Lê biwêrî dixwaze ku ew qas bawerî bi çalakiyên xwe hebe, ku armanceke bi vî rengî diyarî bikî, û xatircem bî ku dikarî armanca xwe bipêkî. Ji bo derbazkirina astenga %10 hewcehiya HDP’ê bi tevgereke bilez ya beşeke zêdetir ya dengderan heye. Dengê Kurdên Rûniştiyê Ewropayê, dengê civaka Kurdî ya rûniştiyên derveyî Kurdistan, dengê jinan, û dengê kes û aliyên demokrat ên Tirkiyê û ji hemiyê girîngtir dengê beşa muhafizekar ya civaka Kurd ji bo serxistina HDP gellek girîng e. Renge darêjerên stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê jî hest bi vê hewcehiyê kiribin, lewra vê carê rê dane ku komek dengê cuda bibin berbijar bo vê hilbijartinê. Di Kurdistanê de, ji hinek kesayetiyên olî yên wekî Pro. Qedrî Yildirim û Altantan ve bigre heya digihîje kesayetiyên neteweyî û xweşnav ên wekî Leyla Zana û Osman Baydemir, ji sosyalîstên çalak ve bigre heya digihîje kesayetiyên muhafizekar û lîberal, ji jinan û ciwanan ve bigre heya digihîje wekhevîxwazên dûrketî ji pîvanên civakî yên heyî (hevregezbaz), ji Kurdên Kurd ve heya çepên Tirk, vê carê HDP’ê komeke berfireh ya kesayetiyên naskirî xistin nav lîsteya berendamên xwe de. Her ew yek jî egera jêhelbirina dengên wan zêdetir dike, lê eva ku gelo wê bigihîne %10 yan ne, dibe heya 08.06.2015’an em çaverê bin.

Pirs: Hekî HDP’ê nekarî astenga %10 ya dengan derbaz bike, wê berbirûyê çi astengiyan bibe, û berevajî hekî rêjeya diyarîkirî ji bo derbazkirina berbenda hilbijartinê bi dest bixe, wê çi rû bide?

Bersiv: Di siyaseta Bakura Kurdistanê de, dergeha xebata yasayî hatiye vekirin, û HDP yan her rêkxiraweke din dikare li gora daxwaziyên gelê Kurd ji riya kanalên fermî ên siyasetê ve, bikeve nav rikeberiya xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafê neteweyî. Çûna HDP’ê ji bo parlemêntoyê gellek girîng e, lê sernekevtina di vê hilbijartinê de nahê wateya bidawîhatina hêviyên Kurdan. Hekî Kurd di vê hilbijartinê de, nekarî ku daxwaziyên xwe bibe parlemêntê, dengên Kurdistanê dibin yên AKP’ê, û pêgeha vê partiyê di dariştina siyaseta Tirkiyê de qahîmtir bike, lê AKP jî dizane ku zewtkirina dengên HDP’ê wekî partiyeke siyasî wê rewayiyê nade wê, ku HDP’ê û bandora rêzdar Ocelan di siyaseta Kurd di bakura Kurdistanê de berçav negire, lewra rola HDP’ê li derveyî parlemêntê de jî, roleke çarenûssaz e di Bakura Kurdistanê de.
Hekî HDP’ê nekarî ku rêjeya dengên xwe ji dengên Demîrtaş yên di dema berendametiya ji bo serkomariyê de zêdetir bike, dibe hemû qewareya HDP’ê pêdeçûnê bi ser karê xwe de bike, û bîr ji guherîna bernameya siyasî ya xwe û darêtina stratejiyeke nû bike, wate rê û şopekê hilbijêre ku bikare raya giştî ya Kurdistanê bo aliyê xwe rakêşe. Pêvajoya xwe nûkirinê, û guherîn û pêdeçûna bi ser bername û stratejiya HDP’ê, di dema serkevtina di hilbijartinê de jî her hewce ye, lê di dema sernekevtinê de hewcehiyeke sedî sed e.

Bê serkevtina HDP’ê, derfet tê pêkanîn ku pirsa Kurd bixin ber destên nawenda herî bilind yên biryardana welat, û wê bixin pêvajoya çareseriyê de. Ku wisa bû serkevtin yan sernekevtina HDP’ê bo vê rêkxirawê bi xwe, nabe asteng, lê çûna HDP’ê bo parlemêtê bo bileztirkirina pêvajoya pirsa Kurd di bakura Kurdistanê gellek girîng e.

Pirs: Çima Erdoxan îdia dike ku di Tirkiyê de kêşeya Kurd tuneye?

Bersiv: Erdoxan siyasetvanekî popolîst e, ku siwarbûna şîpelan ji aliyê wî ve, ji pêbendbûna bi binemyan girîngtir e. Ew Kurdan wekî netewe yan heta kêmaniyek nabîne, belkû Kurdan wekî komek dengder dibîne ku bi piropagendeyên xwe, dixwaze wan razî bike ku dev ji xwestekên xwe yên sereke ku mafê neteweyî ye berdin. Ji dîtingeha wî ve, ti cudahiyek di navbera vê zulm û stema ku li Kurdan hatiye kirin, û ew astengiyên ku ji bo çalakiya hêzên mesebî pêk hatibû, tuneye.

Wate navbirî qedexekirina leçikê, û bêdengkirina deng û zimanê neteweya Kurd wekî yek dibîne, lewra gellek caran radigehîne ku qedexeya leçikê hatiye rakirin, û kurd jî dikare ku bi zimanê xwe baxive, bê vê ku daxwaza bi fermî nasîna mafê xwe bike.

Ji aliyekî din ve hewcehiya Erdoxan bi dengê xelkê muhafizekar û nasyonalîstên Tirk heye. Lewra dixwaze ku bi manorên xwe hem dengê beşek ji civaka Kurd bi dets bîne, û hem jî dengê Tirkên muhafizekar ji dest nede.

Pirs: Erdoxan di mîtînga bajarê Wanê de ragehand ku tenê ew nûnertiya Kurdan dike, ne tu aliyekî din, hûn vê helwestê çawa dinirxînin?

Bersiv: Ew axivtineke nakok û neteba ye, digel siyaseta ragehandî ya wî bi xwe jî, ku dibêje di Tirkiyê de pirsek bi navê pirsa Kurd tune ye. Hekî di welatekî de, neteweyekê pirs yan daxwazî tunebe, êdî wekî pêkhate nahê nasîn û hewcehiya wê bi nûneran ji bo pêkhateyê bi xwe nabe, lewra Erdoxan bi xwe jî bawerî bi vê axivtinê nine, jiber ku her nûnerê wî ne, ku digel birêz Ocalan diyalogê dikin, digel şanda Îmraliyê bi fermî dirûnên û daxwaz ji birêz Mesûd Barzanî dikin ku giraniya xwe li ser Kurdên Bakura Kurdistanê bixe ger, da ku pêvajoya siyasî ji riya xwe nederkeve. Ku wisa bû hekî Erdoxan hemû dengên Kurdistanê jî bi dest bixe, nikare nûnertiya gelê Kurd bike, jiber ku wî bawerî bi hebûna Kurdan nine.

Pirs: Hûn rola HDP’ê di hişyarkirina neteweyî de çawa dinirxînin, û gelo we jêve ye ku vê partiyê kariye ku hesta Kurdan bi pirsa neteweyî ve girê bide?

Bersiv: Rexneyeke zaf li HDP’ê bi giştî û tevgera Kurd di bakura Kurdistanê heye ku li ser hêla neteweyî nemaye, û pişt li daxwaziyên mêjîn ên Kurdan di bakura Kurdistanê de kiriye. Ew boçûna bi taybetî ji aliyê hinek hêzên siyasî di bakura Kurdistanê ve tê bihêzkirin. Min jî gazinde li HDP’ê hene, ku di biyaveke siyasî de, carina raya giştî ya Kurd bi taybetî li derveyî Bakur li ber çav nagire, lê ew rexne nahêne vê wateyê ku ew partî û bi giştî tevgera Kurd li bakur hêla neteweyî bi cih hêlaye.

Modela çareseriya HDP’ê û ew rêbaza ku Ebdulla Ocalan berçav digre, çareseriyê di çarçoveyeke cudatir ji ya berê dibîne, û devberdan ji modela dewlet-netewe carê baseke teorîk e, û neketiye qonaxa pratîkê de.

Eva jî modeleke siyasî ye ku ji dîtingeha wan ve çareseriyeke demokratîk tîne. Eva dikare cihê behs û gengeşeyê be, lê xwediyê vê hizrê ji hêla neteweyî dûr naxe. Ku wisa bû bi raya min rola HDP’ê di ber bi pêşvebirin, û bihêzkirina hizra neteweyî de, gellek girîng e. Mîtîngên vê partiyê bi marşa “Ey Reqîb” bi rê ve diçin, daxwaziya wan ya sereke çareseriya pirsa Kurd e, û piştevanîkirina ji Rojavaya Kurdistanê şahid in bo vê dîtingehê.

Pirs: Erdoxan gotineke naskirî heye, ku îdia dike wî rê daye pêşmergeyan ku herin Kobanê, û derseke jibîrnekirî bidin DAÎŞ’ê. Gelo rastî ew yek daxwaz û siyaseta AKP’ê bû, yan jî di bin zexta civaka navneteweyî û Kurdan de serî bo çûna pêşmerge bo Kobanê tewandin?

Bersiv: Erdoxan ew gotin jî heye ku digot Kobanê wê bişkê, yan digot şervanên Kobanê terorîst in, û digot çima ew qas bas ji Kobanê tê kirin, lê bas ji Helebê nahê kirin, ew nikare fîdakarî û hizûra pêşmer di çepera bergirî ji Kobanê, bike deskevta xwe.
Erdoxan ji bo şikandina Kobanê pilan hebû, û hêviya serkevtinê bo Kobanê nedixwast. Çûna pêşmerge tenê di encama hevbendiya navneteweyî û îradeya serokatiya Herêma Kurdistana Başûr û li jêr zexta navneteweyî de giha encamê.

Pirs: Daxwaziya we ji Kurdên Bakura Kurdistanê di vê qonaxê de, û qebûlkirina vê rîskê ku HDP’ê kiriye çiye?

Bersiv: Ez hertim li ser vê baweriyê me ku tevgera Kurd di Bakura Kurdistanê de, tevî vê îradeya qahîm ya xwe hewcehî bi pêdeçûneke micid di şêweyên kar û siyasetên xwe de heye. Ew dikarin bi reformên siyasî, zêdetir derî ji bo beşa lîberal û kevneperest ya civakê vekin, da ku bi hêz û îradeya xwe beşdariyê di siyasetê de bikin.

Hêviya min serkevtina HDP’ê ye û min jêve ye ku hekî Bakura Kurdistanê bi amadeyiyeke zêdetir ve here ser sindûqên dengdanê, dikare dergehekî nû bi rûyê siyaseta Kurdî de veke.

HDP’yeke bihêz di parlemênta Tirkiyê de dikare bibe palpişteke bihêz bo çareseriya pirsa Kurd û bi destûrîkirina mafên neteweyî di yasaya giştî ya pêşeroja Tirkiyê de.